MUNZUR DERSÎM / ROJNEWS/MEXMÛR

Mamostayan diyar kir ku ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê bandorek nerênî li jiyana xelkê mexmûrê dike. Mamostayan da zanîn ku ji ber ku perwerdeya Mexmûrê bi Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê ve girêdaye, herî zêde ev ambargo bandora li xwe xwendekaran dike. Mamostayan bang li herkesê kir daku xwedî helwest bin.

Îradeya me pê naşkê

Mamostaya bi navê Hêlîn Kara wiha nêrînên xwe anîn ser ziman û got: “Ev zêdetirî mehekê ye, Hikumeta Herêma Kurdistanê dor li kampê girtiye. Ketin û derketina ji derveyî wargehê li şêniyên wargehê hatiye qut kirin û kes nikare derkeve derveyî wargehê. Her kes dizane ambargo mafekî li dijî penaber û li dijî mirovahiyê ye.”

Mamostaya bi navê Xurbet Îşlek jî der barê encamname, êriş û ambargoya li ser wargehê de weha got: “Bila baş bizanin ku ew bi van êriş û ambargoyan ti carî nikarin îradeya gelê wargehê bişkînin û wê xelqê wargehê li hemberî her cure êrişan li ber xwe bide û wê ti carî vîna xwe radestî dijminê xwe neke. Ji bo vê yekê jî em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku xwedî li xelqê wargehê derkevin û deng bidin dengê penaberiyê.”