Rapora komîsyona Azadiya Dînî ya Navneteweyî ya Kongreya Emerîkî xwest mueyîdeyên cezayî li dijî Sûrî, li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û Kurdan nebin. Yanî ev cara yekê ye ku saziyeke hikûmeta Emerîkî eşkere dixwaze ku ambargoya li dijî Surî ji bo Rêveberiya Xweser ne lê be. Mirov bi heman rengî dikare bibêje, ev cara yekê ye ku saziyeke hikûmeta Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE) pirsgirêkeke di qubalekirina mueyîdeyên cezayî de qebûl dike. Ev saziya hanê ya ser bi Kongreya Emerîkî, dixwaze ku hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê “îstîsnayên ji mueyîdeyan re yên muhtemel” pêşniyaz bike ji bo Rêveberiya Xweser a ku “Kurd pêşengiya wê dikin” Komîsyona Azadiya Dînî ya Navneteweyî (USCIRF) pêr rapora xwe ya salane eşkere kir. Rapor pêşniyaz dike ku li rakirina qismî ya “hedefa wê diyar” bê hizirîn weke beşek ji bernameya berfirehkirina angajmana DYE’yê û alîkariya wê bi Rêveberiya Xweser re. Bila dewleta Tirk dema vekişîna xwe ya ji Sûrî diyar bike Di raporê de pesnê Rêveberiya Xweser hat dayîn bi gotinên “navendeke heyatî ji bo şert û mercên pozîtîf ên azadiya dînî li Sûrî ye” û “Herêmê di van herdu salên dawî de nîşan da ku potansiyela wê ya berfirehkirina azadiya dînî bêhtir jî heye”. Raporê wekî din dagirkeriya dewleta Tirk a ji Cotmeha bihurî ve jî ji bo vê rewşa pozîtîf weke “tehlûkeyeke cidî” bi nav kir. Vê rapora dawî ya USCIRF’ê ji rêveberiya Trump yekser xwest ku “zextê li Tirkiyeyê bike da ku planeke demê ya ji bo vekişîna ji Surî bide” û pêşiyê li êrişên din ên dewleta Tirk yan jî binpêkirinên mafê mirovan ên bi destê wê, bigire. Herêma Rêveberiya Xweser yekane cih e ku rapor dixwaze nekeve ber mueyîdeyên cezayî. Axir Wezaretê Karên Derve ya îdareya Trumpî dikare van pêşniyazan bi cih bîne yan jî bibêje, ne li gorî berjewendiyên neteweyî yên DYE’yê ne û wan red bike. WASHINGTON