Di salên 9’î de bi hezaran Kurdistanî ji ber zilm û zordariya dewletê ji bakurê Kurdistanê derbasî başûrê Kurdistanê bûn. Li Başûr jî hêzên Kurd wekî dewleta tirk li ser Kurdistaniyan zilm û zordarî meşandin. Bi vê pêkanîna dermirovahî li ser axa xwe bûn penaber û di nava şert û mercên dijwar de jiyana xwe dimonadin. Niha jî lîstikên kirêt û dermirovahî li ser Kurdistaniyên wargehê dimeşînin. Bi mehan e ambargoyek veşartî li ser wargehê dimeşînin.
Der barê vê pêkanîna dermirovahî endamê Dîwana Meclisa Gel a Wargehê Mamoste Yusuf Kara axivî. Kara, diyarkir ku ev 9 meh in li ser wargehê ambargoya veşartî dimeşînin û wiha got: “Ev ambargoya ku li ser wargehê tê meşandin planekî veşartî ya hêzên navneteweyî ye. Ji bo rakirina ambargoyê me serî li herdu partiyên desthilatdar û hikûmeta Herêmê, hikûmeta navendî ya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî (NY) da, Her tim mijar avêtine ser hevdu û kesê berpirsiyarî ne girte ser xwe. Hemû hewldanên me ji bo çareseriyê ev neh mehe têne paşda xistine. Sozên heyanî niha ji bo çareseriyê ji wan re hatine dayîn tenê ji bo mijûlkirina me bûn. Em vê yekê qebûl nakin û ger ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin em ê di rojên pêş de bi çalakiyên demokratîk nerazîbûna xwe bînin ziman. “
Kara destnîşan kir ku wargeh xwedî seknekî siyasiye û ji ber vê jî beriya niha jî gelek caran pêwistiyên wah dihatin qutkirin û wiha pê de çû: “Gelê wargehê tu carî li hemberî kiryarên bi vî rengî serî ne tewandiye. Em jî dibêjin ku dixwaze kî dibe bila bibe, hikûmeta navendî be yan jî hikûmeta Herêmî be, em ê li hemberî vê yêkê bêdeng nemînin. Her riya pêwîst bike em dê serî lê bidin. Ji ber bi temamî nêzikatiyekî siyasiye li hemberî gelê wargehê tê meşandin.”
MEXMÛR