ARMANC HEREKOL / MEXMÛR
Koşkarî yanî tamîrkeriya pêlavan êdî li ber nemanê ye. Ehmed Bîlen koşkar e, ew jî dibêje, koşkarî êdî li ber nemanê ye. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ew vî karî dike. Koşkar Bîlen îşaret bi ambargoya li ser wargehê jî kir û got, ji bo çêkirina pêlavan amûrên pêwîst nikare peyda bike.
Bîlen bal bire ser şert û mercên penabertiyê û destpêkirina vî karî û diyar kir ku di sala 1994’an de ji Bakurê Kurdistanê ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk ber bi Başûrê Kurdistanê ve koçber bûne. Wî got, “Dema em hatin Başûr ti kar nebû em bikin. Ji ber wê min dest bi vî karî kir. Ev 18’e sal in ez vî karî dikim, ez ji bav û kalê xwe fêrî vî karê bûm. Ez niha debara xwe pê dikim.”
Koşkar Bîlen diyar kir ku elaqeya ji bo karê koşkartiyê wek berê nemaye û wiha pêde çû, “Rojê herî zêde pênç pêlavan çêdikim. Êdî wek berê eleqederiya vî karî nemaye.”
Her wiha Bîlen têkildarê ambargoya li ser Mexmûr û bandorên wê ya li ser karê wî dike û bi bîr xist ku 186’roj in ambargo dewam dike û got: “Ev ambargo bandoreke nerênî li ser jiyana me dike. Amûrên ku ez pê kar dikim, nemane. Ji ber vê ambargoyê, ez nikarim biçim amûrên pêwîst bikirim. Ev jî dike ku astengiyeke mezintir bi xwe re bîne û jiyana me jî dixe zorê.”