Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li Silêmaniyê bi endamê Meclîsa YNK’ê Mele Bextiyar re hevditin pêkanî. Muslim di hevdîtinê de xwest ambargoya ku Başûrê Kurdistanê li ser Rojava dimeşîne bi dawî bibe.

Li Silêmaniyê  Hevserokê Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD)’ê û endamê Desteya Bilind a Kurd Salih Muslim tevî heyetekê bi endamê Meclîsa Yeketiya Nîştimanê Kurdistan (YNK)’ê Mele Bextiyar re hevditinek pêkanî. Beriya kû hevdîtin destpê bike, Bextiyar derbarê rewşa tenduristiya Serokomarê Êraqê Celal Talebanî de agahî da. Paşê Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Divê gav bên avêtin

Piştî rûniştin bidawî bû, hevserokê PYD’ê Salih Muslim di derbarê hevdîtinê de daxuyanî da. Muslim da zanîn kû ew ji bo yekîtiya di navbera kurdan û rewşa Rojavayê Kurdistanê de pir caran hatine serdana Herêma Kurdistanê û bi rayeran re ji bo pirsgirêk werin çareserkirin û yekîtî xurt bibe ketine nav danûstandinan. Muslim diyar kir kû ew bi wê hevdîtinê keyfxweş in û got, “Ev hevdîtina ku me bi Bextiyar re pêkhatî, li ser mijara vekirina deriyê sînor û piştgiriya jibo gelê Rojavayê Kurdistanê bû”. Muslim  anî ziman ku herî zêde ambargoya li ser Rojava bandorê dike. Muslim ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bal kişand ser girîngiya vekirina deriyê sînor û diyar kir ku divê gavên pratîkî werin avêtin û di vê mijarê de sozên ku berê hikûmeta herêmê dabû bi cîh bîne. Muslim anî ziman ku ambargo zirare dide yekîti û piştgiriya gelê kurd û weha got: ”Jibo vekirina deriyê sînor yê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de û çareserkirina pirsgirêkên aborî yên gelê Rojava ev hevdîtin pêk hatiye û em bi hêvîne ku ev hevditin çareseriyek mayende bi xwe re bîne.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim paşê bi Serokê Partiya Goran Nûşîrwan Mistefa re jî hevdîtin lidarxist. Hat diyarkirin ku wê hevditinên Muslim yên başûrê Kurdistanê berdewam bikin. 

DÎHA/SILÊMANÎ




Ji bo Rojava banga hestyariyê

Li bajarê Hewlêrê ciwanan ji bo balê bikşînin ser rewşa Rojava û zexmetiyên ku gel pê re rû bi rû ye semîner pêk anîn û şano pêşkêş kirin.
Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federal a Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Kurd ji bo balê bikşînin ser rewşa Rojava û zexmetiyên ku gel pê re rû bi rû ne semîner lidarxist û li ser heman mijarê şano hate pêşkeşkirin.
Girseyeke qelabalix tevlî semînerê bû. Beriya kû semîner dest pê bike, endamên Tevgera Ciwanên Kurd der barê Rojava de şanoyek pêşkeş kirin. Piştî ku şano bi dawî bû, li ser rewşa Rojava bi taybet li ser rewşa Serêkaniyê û êrîşên li hemberî destketiyên kurdan semînerek hate lidarxistin.
Ebdulxafûr Berzencî, Endamê Tevgera Ciwanên Kurd Şûkrî Elî û Siyasetmedarê Kurd Ramyar Cewherî weke qîsekar tevlî semînerê bûn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku ji ber şer û ambargoya tê meşandin gel bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye di ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û bang hate kirin ku divê hemû gelê kurd xwe berpirsyar bibîne û piştgiriyek xurt bide. Her weha di axaftinan de ji bo çareseriya van pirsgirêkan girîngiya yekîtiya netewî jî hate destnîşankirin û hat diyarkirin ku yekîtiya gelê kurd wê li çar aliyên Kurdistanê têkoşîna kurdan bi hêz bike û destketiyên gel biparêze.  Hate gotin kû pêwîste Kurd li yeketiya xwe xwedî derkevin û rê nedin êrîşên ku li dijî kurdan pêk tên û ji bo Rojava bi hestyarî nêzîk bibin.
Di semînerê de her weha mijara ambargoya li ser Rojava tê meşandin jî hate rojevê hat xwestin ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê deriyê sînoran veke û ambargoya xwe ya li ser Rojava bi dawî bike.

Li dijî ambargoyê xwepêşandan

Ji aliyê din ve li navçeya Ranya ya bajarê Silêmanî jî bi daxwaza vekirina deriyê sînor û rakirina ambargoya li hemberî Rojava îro xwepêşandanek girseyî tê lidarxistin. Xwepêşandan wê ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ve pêk were û rêxistinên civaka sivîl jî piştgiriyê bidin çalakiyê. Di çalakiyê de girseyê ji hukumeta Herêma Kurdistanê bixwaze ku deriyê sînorê Rojava veke û rê li ber alikarî û piştgiriyan vebike. 

DÎHA/HEWLÊR