Amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newroza ku bi milyonan mirov berê xwe didinê, bênavber didomin. Welatiyên ku bi heycan li benda roja Newrozê ne, ji niha ve ji bo di Newrozê de kincên gelêrî li xwe bikin li terzîxane û kargehên kincên gelêrî sîparîşan didin. 
Nihat Govend ê li navçeya Sûrê ya Amedê kincên gelêrî didirû, diyar kir ku ji aliyê gel ve Newroz ji pîrozbahiyekê wirdetir wek rojeke berxwedanê tê dîtin û gel dixwaze bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî vê roja berxwedanê bibe. Govend, diyar kir ku herî zêde kincên li xwe tên kirin çandê nîşan didin û wiha got: “Berê raxbeta ji bo kincên gelêrî zêde tune bû, lê di salên dawî de daxwazeke zêde heye. Demekê tenê kesên extiyar li xwe dikirin, lê niha daxwaza ciwanan zêdetir e. Êdî di Cejna Newrozê de kincên ku çanda me nîşan didin êdî tên li xwe kirin. Daxwazek zêde heye.” 


 AMED