Kişanak di axaftina xwe de got, "Em ew kesên komkujî kirine û hêzên li pişt wan hemûyan lanet dikin. Îro em li vê derê 3 hevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Ew ji bo me namirin, ew ji bo me stêrkên ebediyetê ne. Komkujiya Parîsê rojeke reş e ku Kurd dê ti carî ji bîr neke. Komkujiya Parîsê sûîkastek li dijî daxwazên azadiyê yên gelê me ye. Komkujiya Parîsê sûîkastek li dijî hewldanên aştiyê yên Birêz Ocalan e." Li dû Kişanak Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut peyivî û bibîr xist ku tevî di ser komkujiyê re salek derbas bûye jî hînê cînayet nehatiye ronîkirin û got, "Li Parîsê 3 qasidên aştiyê qetil kirin, Kurd wê vê komkujiyê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Heta ev komkujî ronî bibe, wê têkoşîna me dwam bike."
AMED
Li Qendîlê komkujî hat protestokirin
Li gundê Bikruska yê Qendîlê, bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê PÇKD û penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê ve hat dayîn û gelek gundiyên herêmê beşdar bûn. Di dema dayîna daxuyaniyê de wêneyên her sê jinên şoreşger, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê gerîlayên PJAK'ê yên ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûn darvekirin û alên PÇDK, PJAK, KJB û KCK'ê hatin hildan.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Mazlûm Agirî li ser navê girseyê daxuyanî da. Agirî komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kir û da xuyakirin ku komujî êrîşek plankirî ya li dijî ruhê felseya PKK'ê û têkoşîna jinê ye. Agirî diyar kir ku ev komkujî mîna peymana Lozanê weke rojeke reş di mejiyê mirovan de maye. Agirî polîtîkaya darvekirinê ya rejîma Îranê jî bi tundî şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê li gelê Kurd kir. Dûre li ser navê jinên penaber ên li Rojhilat û jinên Qendîlê Bêrîvan Şaho daxuyanî xwend. Bêrîvan Şaho li ser navê jinên Rojhilat û jinên Qendîlê komkujiya li Parîsê şermezar kir û soza berdewama têkoşîna azadiya jinê da. Piştî daxuyaniyan sînevîzyonek li ser jiyana her sê jinê şoreşger hatibû amade kirin, hat nîşandan û çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
EKIN NIL/QENDIL