ROJDA AYDIN / JINNEWS / AMED


Jinên ku beşdarî Koma Helbestê ya Amedê bûn, hêstên xwe yên derbarê wêjeya Kurdî de anîn ziman û gotin: “Ji bo bipêşketina ziman û wêjeya Kurdî em xizmetê ji zimanê xwe re dikin.”

Dildarên Zimanê Kurdî  ji bo bipêşketina wêjeya Kurdî, gaveke girîng avêtibûn û di 5’ê Kanûna 2017’an de li Amedê bi pêşengiya helbestkar Roza Metîna û Nivîskar Hesîb Yanliç, bi beşdarbûna hinek helbestkar, nivîskar, mamoste û xwendekaran Koma Helbestê ya Amedê ava kiribûn. Di komê de li ser helbestên helbestkaran û jiyana wan minaqeşe tên kirin û her wiha şevên helbestan tên lidarxistin û helbest tên xwendin.  

 

Hest û helbest bi zimanê dayikê



Yek ji kesên ku beşdarî Koma Helbestê ya Amedê bûye jî Nivîskar Aynur Ozbay e. Aynur Ozbayê anî ziman ku armanca avakirina vê komê ew e ku bi zimanê dayikê helbestan bixwînin, hest û hezkirina xwe bi zimanê xwe derxin holê û wiha dewam kir: “Ev cara yekem e ku li Amedê komeke helbestê tê avakirin. Ji ber ku li Amadê hemû saziyên Kurdan hatin girtin, cih tinebû ku em bi zimanê xwe lê helbestan bixwînin û nîqaşan bikin. Lê piştî ku kom hat avakirin, em her du hefteyan carekê tên gel hev û bi zimanê xwe helbestan dixwînin û li ser helbestan nîqaşan dikin. Her roja diçe, em zêdetir girêdayî helbestan dibin. Helbest dibin parçeyekî jiyana me û em jî hezkiriyê helbestê ne.”

 

Di helbestan de cihê jinê 

Aynûr Ozbayê di dewama axaftina xwe de got, bi gelemperî li ser hemû helbestên helbestkaran em nîqaşan dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak em helbestên helbestkarên berê, Meleyê Cizirî, Baba Tahîrê Uryan, Feqiyê Teyran û yên din dixwînin û nîqaşan dikin. Helbestkarên berê çawa ku bi eşqeke mezin û bi dildarî helbest nivîsîne em jî bi kêfxweşî helbestên wan dixwînin. Her wiha dema em helbestan dixwînin û nîqaş dikin, nêrîna helbestkarên Kurd ên li hemberî jinê, di helbestan de cihê jinê li ku ye, em datînin ber xwe.”

 

Em dixwazin jin bêhtir bibin 

Aynûr Ozbayê herî dawî anî ziman ku Koma Helbestê ya Amedê ji mamoste, nivîskar, helbestkar û xwendevanan pêk tê û ev kom ji her kesî re vekirî ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Hejmara koma me ne diyar e. Ji ber ku ev kom ji her kesî re vekirî ye, kî bixwaze ew dikare beşdar bibe. Ji ber vê jî em dixwazin hîn zêde jin beşdarî komê bibin.”

 

‘Helbest bû parçeyek jiyana min’



Ji van kesên ku beşdarî komê bûne yek jê jî Civaknas Ferîde Oguz e. Ferîde Oguz bi lêv kir ku ji ber ji helbest û zimanê kurdî hez dike tevlî vê komê bûye û wiha axivî: “Sedema tevlîbûna min ew e ku ez dixwazim xizmetê ji zimanê dayika xwe re bikim. Her wiha ji bo wêje, çand û hûnerê me neyê jibîrkirin di nav vê xebatê de cih digirim. Ji ber vê jî ev kom ji min re bû alternatîfek. Dema em di komê de li ser helbestan nîqaşan dikin, em li fikrên hemû hevalan dipirsin û ez bi vî awayî fêrî hin tiştên din jî dibim. Helbest bû parçeyek ji jiyana min.”