Doh li Amedê komeke qelebalix ji ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê berê xwe da hepsa Amedê ya ku Hevseroka KCD´ê Leyla Guven tê de ev 65 roj in, greva birçîbûnê ya bêdawî û bedorveger didomîne. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Semra Guzel û Musa Farisogullari jî beşdarî meşê bûn. Polîsan mudaxeleyî meşê kir û parlamenterên HDP’ê jî di nav de gelek kes derb kirin. Girseyê dema ku xwest li pêşiya hepsê daxuyaniyê bide, polîsan ew asteng kirin.
Lê tevî astengiyan jî parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel daxuyaniyeke kurt da. Guzel di daxuyaniyê de got, “Em îro ji ber daxwaza gelê xwe hatin. Em ê bimeşin ber hepsê û heta ku tecrîd bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî daxuyaniya Guzel, girse bi çepik û sloganan ji ber hepsê veqetiya.
MA/AMED