
Tîmê di 12 musabaqayan de 8 caren bi ser ket, 3 caran beramberîhev man û carekî jî bin ket û 27 puan girt., ji ber cezaya ku Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) di 17 musabaqayan de alîgirên tîmê negirtin stadê. Ligel vê yekê jî di Kupaya Zîreatê ya Tirkiyeyê de parformansekî baş nîşan da. Serokê Amedsporê Nurullah Edemen diyar kir ku armanca wan derketina lîga jor e û bi heman performansê dê girîngiyê bidin şampiyoniyê. Edemen têkîldarî negirtina alîgiran jî wiha got: “Em êdî hîn bûne. Neqehiyekî bi vî rengî nerast e, bêalîgir hiştin exlaqî nîne. Em her tim ji alîgirên xwe re dibêjin ku di çarçoveya centilmeniyê de emê spora xwe bidomînin. Divê alîgirên me bêhtir hişyar bin. Divê neyên provokasyonan. Hedefa me serkeftin e û derketina lîga jor e. Em bi vî hedefê derketin rê. Armanca me şampiyonî ye.”
‘Ji bo serkeftinê emê bilîzin’
Dîrektorê Teknîkî yê Amedsporê Sertaç Kuçukbayrak jî diyar kir ku hemû musabaqayên wan ên ji niha û pêve yên fînalê ne. Kuçukbayark wiha got: “Armanca me derketina rêza jor e û em dikarin vî bidomînin. Em îsan girîngiyê didin lîgê. Di kupayê de heta ku biçin em ê biçin. Em dixwazin alîgirên Amedsporê li cem me bin. Em ê di dawiya sezone de bigihîjin armanca xwe.”
AMED