Ajansa Nûçeyan a Firatê bi sernivîsa "AKP û DAIŞ çima pevçûn" şîrove nûçeyek weşand. Li gorî min AKP û DAIŞ pev neçûne û wê pev neçin.
Bêeleqeyî û helwêsta AKP'ê, dîsa şêwazê ragihandina nûçeyê bi destê saziyên ragihandinê yên girêdayî AKP'ê yekser şik a ku ev operasyon bêyî AKP'ê pêk hatiye, anî hişê min. Bi gotineke din AKP'ya ku ez nas dikim li dij DAIŞ'ê operasyonê pêk nayînê. Her wiha heger agahdar bûya bi şêwazekî wê operasyon asteng bikira û çeteyên DAIŞ'ê yên li dij Kurdan, li dij HDP'ê û aştîxwazan bikar tînê, yekser ji wir tahliye bikira û biparasta.
Naxwe li nava Tirkiyeyê li cihekî mîna Amadê çawa dibe ku operasyoneke bi vî rengî pêk were?
Ya yekemîn hêzên di nava teşkîlata polîs de yên li derveyî kontrola AKP'ê dibe ku ev operasyon pêk anîbîn. Ji hin aliyan ve dişibe operasyona li Edenê ya li dij TIR'ên ku çek dibirin ji DAIŞ'ê re.
Ajansa Firatê ya Nûçeyan (ANF) di şîrove nûçeya têkildarî mijarê de mîna ku AKP neçar maye operasyonê bike, agahiyê dide û li gor baweriya min beyî çavkaniyê nîşan bide vê agahiya bidestxistî bi raya giştî re parve dike: "Derbarê hucreyên ku operasyon lê hatî kirin de, rayedarên Rojavayî di ser hin dewletên Rojavayî re (koalisyona li dij DAIŞ'ê), agahiyên şênber dan. Van dewletan jî zext li AKP'ê kir. … Jixwe, di operasyonên xwe yên bi navê 'Şerê li dijî PKK û DAIŞ'ê de, ku li ser zexta dewletên koalîsyonê da destpêkirin, hînê çeteyekî bi tenê yê DAIŞ'ê nekuştiye. Êdî pêwîstî bi 'mirinê' hebû û ji bilî vê ti şensê AKP'ê nemabû."
Li gor baweriya min agahiyên têkildarî îstîxbaratê rast in, lê belê ev operasyon beyî îradeya AKP'ê pêk hatiye. Operasyoneke ku ji AKP'ê dibihure û dikare mîna operasyoneke NATO yan jî Koalisyona li dij DAIŞ'ê were binavkirin. Mîna operasyona beriya çend rojan li Kerkûkê li dij girtîgeha DAIŞ'ê pêk hat.
Yanî di vir de tesbîta herî rast wê ew be ku ev operasyon bi zext û koordinasyona Koalisyona li dij DAIŞ'ê, bi îstîxbarata ji Rojava û Bakurê Kurdistanê ji aliyê rêxistinên Kurd ve hatiye dayîn, organîze kirin. Her wiha dibe ku operasyon bi destê polîs û hêzên taybet ên li Amedê yên ne di bin kontrola AKP'ê de, yan hin şêfên polîsan ên ne di bin kontrola AKP'ê de pêk hatibe.
AKP bi tu awayî li dij DAIŞ'ê operesyoneke bi vî rengî pêk nayîne. Her wiha heger derfet hebûya wê operasyon asteng bikira. Lê belê ji ber ku mijara gotinê DAIŞ e û AKP'ya ku di rastiyê de wê koordine dike, di gotinê de mîna ku li dijî wê têdikoşe xwe nîşan daye, nikarin li dij operasyonê vekirî helwestê nîşan bidin. Xuya ye, ev operasyona derveyî wan pêkhatî, ger karibin wê mîna amûrekî hilbijartinê ya 'Va ye em li dij DAIŞ'ê operasyonan dikin' bikar jî bînin. Çeteyên ku AKP li dij Kurdan, demokrat û aştîxwazan bikar tîne, bi tu awayî naxe hedefa xwe. Heger ev operasyon bi biryar û plansaziya AKP'ê û Enqerê pêk bihata, wê mîna mijara operasyona guhestina Turbeya Suleyman Şah wergeranda şoveke mezin. Wê çapemeniya alîgir û çapemeniya sîstemê wêne û dîmenên Serokwezîr Davutoglu ê ku zend û bend badayî mîna ku operasyonê koordîne dike, tevahiya rojê nîşan bida. AKP û hikûmet ji vê operasyonê bêzar e û heger di demeke kin de walî jî di nav de, hin rayedarên polîsan ên li Amedê ji wezîfeyê werin girtin jî şaş nemînin.
Azîz OGUR