Her çendî ku çendîn bûyerên dilêş, ji ber serkeftin yan bangeşeya partiyên siyasî Kurdan tund û tujî li hemberî hev bikaranî be jî, di hindek bûyeran de qesta jiyana hev kirîbe û hev kuştî be jî, lê ji hilbijartinên pêşiya xwe aramtir bû. Guhertinek di vî alî de tê dîtin. Lê dil di xwest hilbijartin dinava aramî û biratiyê de derbas bibûna. Canên hatî windakirin zindîbûna îro. Her çendî ku bi qasî caran nebe jî gazind û gumanên li ser sextekariyê, li cihê miriya deng bikaranîn, du caran deng bikaranîn û bi şantaj deng bi destxistinê berdewam bûn.
Lê ger em vegerin ser encamên ku ji hilbijartinê derketî, em ê bi yek gotinê bibînin ku peyama derketî pêş daxwaz Gorankariyê (guhertinê) bû. Tevî gelek hewldanên ku ji bo gel daxwaza guhertinan neke, gel daxwaza xweya guhertinê berdewam kir. Ev jî bi zêdekirina kursiyên partiyên muxalefetê yên wekî Goran, Komele û Yekgirtûya Îslamî pênase kirin. Bi kurtasî Kurdên li başûrê Kurdistanê di daxwaza xwe ya guhertinan de bi biryarin. Bawernakim di vê mijarê de çareyek din, riyek din ya partiyên siyasî hebe.
Di halê hazir de partiya ku herî zêde li ser rewşa wê ya niha bê rawestandin YNK ye. YNK’ê di hilbijartinan de encamek dramatîk wergirt. Du meh beriya niha di derbarê rewşa niha YNK têda de min nivîsek bi ser gotara: “YNK û Rûleta Rûsan” nivîsî bû. Dibêjin: Hatina pêncşemê ji çarşemê diyare. YNK ya ku demekê partiya herî mezin ya başûrê Kurdistanê bû, di encama kiryarên xwe yên şaş yên siyasî de îro di rêza sêyem deye. Ger serkirdeyên YNK’ê ji kiryarên xwe yên borî ders dernexin, li şûna pêşeroja gel û partiya xwe pêşeroja xwe bi fikirin, bila gumana kesê nebe ku dê di hilbijartinên 2017’an de nîviya van dengên bidestxistî, bi destnexe. Ger na parçebûnek din dîsan li ber deriye.
Li vê derê pêwîste em paragrafekê ji bo Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK) jî vekin. Erê demek dirêje bi şêweyek ne yasayî, ne neteweyî, ne jî exlaqî xebatên wê hatin qedexekirin. Hewl hat dayîn ji gel bê qutkirin (bawerim di vê mijarê de serkeftin), rê ne hat dayîn çi xebatek fermî bike. Herî dawî piştî ku demek kurt mayî ji hilbijartinan re destûra beşdariya wê ya hilbijartinan hat dayîn. Di dema bangeşeya hilbijartinan de rastî bi dehan zehmetiyan hat. Rê nedan ku mîtîng û civînan li gorî pêwîstiya hilbijartinê pêkbîne.
Lê ev hemû nikarin wê rastiyê dapoşin ku PÇDK’ê nekariye di asta tê xwestin de xwe birêk bixe, armanc û daxwazên xwe bi gel re parvebike, bi herike nava gel, pêwîstiyên gel çareser bike û li gorî wê jî riyên çareseriyê ji bo wana bibîne. Partiya Çareserî pêwîstî bi formatek nû ya xwe rêkxistin kirinê heye. Ji niha heya digihe hilbijartinên cara bê, pêwîste daxwaz û bendewariyên gel baş analîz bike. Tevna xwe ya rêkxistinî baş saz bike û heta yek bi yek temas û têkiliyê bi gel re çêbike.
NIZAR BULDAN
analîz: Çare guhertin e