Roja 18´ê Tebaxê bi daxuyaniyekê bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin û jê dixwazin ku bi kesên “jîr û zimanzan” re bixebitin. Qaşo xwe wekî zimanzan nîşanî birêz Barzanî didin.
Ev deste pêşî êrişî du konferansên ziman ên Hewlerê û Amedê dike û “zanayên me” navê Amedê jî bi mantiqê Tirkî wekî Diyarbekir bi lêv dikin û xwe didin dest. Qaşo zanayên me dibêjin, her du konferans jî dûr ji meseleya ziman, konferansên siyasî bûne. Dîsa îdia dikin ku di nava 200 zimanzan û rewşenbîrên konferansa li Hewlerê û 300 rewşenbîrên konferansa li Amedê de, tenê 10 kesan ji ziman fêm kiriye.
Paşê îdiayên xwe didomînin û nezaniya xwe jî diselmînin. Dibêjin ku alfabeya kirîlî ji aliyê rejîma Stalîn ve bi zorê li Kurdan hatiye ferzkirin û rejîma kemalîst a Tirk jî bi zorê alfabeya latînî li Kurdên bakur ferz kiriye.
Hêj ev ne bes e, nezaniya xwe didomînin û dibêjin. Pêwîst e hemû Kurd terka van alfabeyan bikin û alfabeya Erebî hîn bibin. Sedem çî ye? Qaşo dibêjin tîpên latînî yên zêhniyeta kemalîzmê ne, têra dengên Kurdî nakin.
Hey ez kor nebim bo rewşenbîriya wan! Ji bîr dikin ku Celadet Bedirxan di sala 1919’an de tîpên latînî ji bo zimanê Kurdî danî û wê çaxê hêj komara Tirk tinebû. Dîsa ji bîr dikin ku alfabeyên Kurdî û Tirkî ji hev cuda ne. Tîpên “Q, X, W, Ê, Û” di Tirkî de tine ne.
Ez tiştekî nabêjim, tenê dixwazim çend pirsên sade ji “zanayên” me yên parêzvanên ziman bipirsim. Na wele hema dîrek ji Şêrko Bêkes bipirsim, her çend nizane bi tîpên latînî bixwîne jî, hêvîdar im ku yek jê re bixwîne.
Gelo tîpên Erebî encama dasepandin û zalkirina kîjan zêhniyetê ne?
Madem hûn dibêjin tîpên latînî têra dengê Kurdî nakin, baş e ka bi tîpên Erebî jî me re van gotinan binivîsin.
Dil, Diz, Mil, Şil, Kil… (Ez ji we re bêjim, tenê tîpên (DL - دل ) dadinên ba hev dibêjin bû Dil. ‘DZ دز ’ dadinên dibêjin bû Diz… Bi vî rengî xwe dixapînin.)
Ez tiştekî balkêş ji we re bêjim. Ji ber ku ez tîpên Erebî dizanim, loma ez ê vê bêjim. Zarokên ku bi tîpên Erebî dixwînin, heta pola 5’an jî nikarin rojnameyan bixwînin. Yan nivîseke derveyî pirtûka xwe bixwînin. Ji ber ku hin gotinên ku te berê nedîtibe, tu nizanî çi ye. Bo nimûne ku bi tîpên Erebî binivîsin Islam û bêjin bixwîne. Te berê ev gotin nedîtibe, tu nizanî (Eslam e, Oslam e, Êslam e yan jî Islam e. ) Ji ber ku (Kesre, Zeme û fethe) tinebe tu nizanî. Yanî tîpên ê, e, o wekî hereket tinebin, tu nikarî bixwînî.
Lê ger ku yek bi tîpên latînî hîn bibe, piştî ku tîpan hîn bû, bi rihetî dikare gotinan ji hev derxe û bixwîne.
Ji ber ku cih namîne ez nikarim zêde dirêj bikim. Tenê vê dibêjim. Divê em ji bîr nekin, ev encama polîtîka û zêhniyeta kemalîst e ku Şêrko Bêkes û hevalbendên wî bi rêve dibe. Ji ber ku di salên 1930’yan de ku rêveberiya Iraqê biryara perwerdehiya Kurdî dabû, dewleta Tirk bi lez û bez mudaxele kir. Got, ez rê nadim ku perwerde bi Kurmancî û bi tîpên latînî be. Bila bi soranî û tîpên Erebî be. Lewre xelkê Duhokê jî proteso kirin û bi soranî nexwendin, bi Erebî xwendin.
Niha qaşo zêhniyeta ku tîpên latînî wekî encama sîstema kemalîst bi nav dike, bi xwe siyaseta kemalîst dimeşînin û dixwazin vê li hemû Kurdan ferz bikin.
Ez jî bang li birêz Barzanî dikim ku li eslê xwe vegere. Hinek nirx û rêzê bide zaravayê Kurmanciya jorîn ku zaravayê bav û kalê wî ye. Bila perwerdehiya bi Kurmancî jî li Başûr qebûl bike. Ne tenê Kurmancî, rê bide perwerdehiya Hewramî û Kelhorî jî ku li Başûr gelek kes bi van zaravayan qise dikin. Ji kerema xwe re zimanê xwe li xwe qedexe neke!
ÎKRAM BALEKANÎ
Analîz: Ji zanayên nezan re...!