Di têkçûna vê siyasetê de 2 sedem hene. Ya yekemîn ew e ku di krîza Sûriyeyê de helwesta dewleta Tirk ne ya çareseriyê ye, hîn kûrtir dike û ev helwesta wê hate deşîfrekirin. Ya duyemîn û ya girîng jî ew e ku Tirkiyeyê  siyaseta xwe ne li ser hilweşandina rejîmê û tunekirina terorê, lê li ser astengkirina bidestxistina mafên gelê Kurd ava kir. Ev herdû nêzîkahî hevudin temam dikin.


Çavkaniya pirsgirêkê dewleta Tirk e

Ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê heta niha gelek civînên wekî Cinêv, Viyana û herî dawî jî Munîh hatin lidarxistin. Ji bilî van civînanan, li pişt deriyên veşarî bi sedan hevdîtin hatin pêkanîn.  Di her civînekê de jî planek çareseriyê hate derxistin, lê ev plan hemû ji aliyê destekî veşartî ve vala hatin derxistin. Êdî ev destê veşartî derketiye holê. Herkes dizane ku ev dest dewleta Tirk e. Dewleta Tirk êdî perçeyekî çareseriya Sûriyeyê nîn e û nabe jî . Ew tenê dikare li Sûriyeyê di derxistina krîzan de rol bilîze û vê rola xwe jî baş bicîh tîne.


Niyeta dewleta Tirk dizanin

Têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê gelek caran hatin rojevê. Têkiliyên wê û Cephet El-Nusra û Ehrar El-Şam, alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo van koman ji xwe derketiye lutkeyê. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê dîtin ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê dewleteke radîkal a olî ava bike û ji bo vê her rêyekê diceribîne. Di serê van rêyan de DAIŞ tê. Di rewşa niha de li herêmê tekane mutefîkê DAIŞ’ê dewleta Tirk e. El-Nusra û Ehrar El-Şam jî komên ku dewleta Tirk car caran wekî pariyekî zêde derdixîne pêş e. Bêguman van koman yek navend dixe nava tevgerê. Dewleta Tirk ji bo ku Kurd li Sûriyeyê mafên xwe yên netewî bidest nexin, êrîşên dijwar pêk tîne. DYA û Rusya dizanin ku li pêşiya siyaseta wan a hevpar a li ser Sûriyeyê, astengiya herî mezin dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê ye ku li hemberî daxuyaniyên wekî “Ez im hevparê te yan jî terorîstê li Kobanê?” DYA’yê bersiva ku Tirkiyeyê vala derdixîne da. Daxuyaniya DYA’yê nîşan da ku êdî bandora Tirkiyeyê çêbane.


Sedema topbaranê 

Piştî ku hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Şehba gelek cih girtin û pêşketina xwe didomîne, di hevsengiyan de pirsgirêkên cidî derxistin holê. Çeteyên Ehrar El-Şam û El-Nusra jî amade bûn ku herêmê teslîmî hêzên rejîmê bikin. Ger ku herêma Ezazê bi temamî ketibaya bin destê hêzên rejîmê, wê rewşeke gelekî xirabtir derketiba holê. Hêzên Ceyş El-Siwar ên ku ev rewş dîtin, operasyonek berfireh dan destpêkirin. Lê dewleta Tirk li herêmê komên çete yan jî hêzên rejîmê tercih kirin û ji pêşketina Ceyş El-Siwar gelekî aciz bû. Lewma bi topbaranê piştgirî da komên çeteyan. Di van êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.


Koma ereb, Tirkuman û Kurdan: Ceyş El-Suwar  

Ceyş El-Suwar hêzeke ku ji ereb, Tirkuman û Kurdên herêma Şehba pêk tê ye. Vê hêza hanê xwe li herêma Şehba birêxistin kiriye û di nava refên wê de derdorên îslamî jî hene, lê tu beşên radîkal cîh nagirin. Derdorên îslamî yên di nava vê hêzê de piranî girêdayî tarikata Şêx Ebdulkadir Geylanî ne. Jixwe li hêrma Şehba Kurd, ereb û Tirkuman dijîn û navçeyên Cerablus, Minbiç, Bab, Ezaz û bajarokên Til Aran û Til Hasil digire nava xwe. Ceyş El-Siwar jî ji bo rizgarkirina herêmê wekî hêzeke xwecihî û esasî tê dîtin. Fermandarên wan jî hemû ji Ezaz, Bab, Minbic û Çobanbeng in.


Hevkariya Ehrar El-Şam, El-Nusra û DAIŞ’ê

Tê zanîn ku hevkarên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê Ehrar El-Şam, El-Nusra û DAIŞ in û ev 3 sal in li herêma Ezazê bihevre tevdigerin. Ev herêm 3 sal in wekî navenda bazirganiya bi ewle ya DAIŞ’ê ye. Ger ku Ceyş El-Siwar bi operasyonên xwe vê tifaqê têk bibe, ev di heman demê de wê bibe destpêka têkoşîneke rasteqîn a li hemberî DAIŞ’ê. Ev jî dê bibe dawiya çeteyên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê. Her wiha dê rola muxalefetê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku temsîla gelên Sûriyeyê dikin, baştir derkeve holê.


Rewşa pêkan

Hêzên QSD’ê wê pêşketina xwe ya li herêmê bidomînin û dê bi çeteyên DAIŞ’ê re şerên dijwar biqewimin. Dewleta Tirk jî dê piştgiriya xwa ya bi çeteyan re bi topbarana bidomîne û dê pevçûn belav bibin. DAIŞ, El-Nusra û Ehrar El-Şam wê ji Deriyê Sînor ê Bab El-Selam û navenda Ezazê êrîşên xwe yên li hemberî QSD’ê zêdetir bikin. Dewleta Tirk jî dê piştgiriyê bide van êrîşan. DYA û Rusya jî di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ û El-Nusra de, dê piştgiriya xwe ya ji bo hêzên QSD’ê zêde bikin. Siyaseta dewleta Tirk a ku piştgiriya çeteyan dike, dê hîn baştir ji herêmê bê qutkirin.



AZÎZ KOYLUOGLU