Dewlet û derdorên navên wan têne zanîn, kom û grûbên ji her alî ve êrîş dikin, can, mal, milk, çand, hebûn, nasname, ziman, zar û zêc, ax, erdnîgarî, dîrok. Her tiştê ku heyî ji xwe re kirine hedef û mîna gurên hov şandin ser Kurdan û herêmên wan.
Ev rewş bi ambargoya li ser Rojava û girtina deriyên sînor ên di navbera Başûr-Rojava de di heman demê de pêk hatin. Yanî Kurdên li hemberî êrîşên leşkerî li ber xwe didan, li aliyê din jî zarok û jinan li hemberî nexweşî, tîbûn û birçîbûnê jî têkoşîn didan. Lewra di şerekî ewqas qirêj ku li dijî wan tê meşandin de êdî ji bo wan derfetên jiyanî jî her çû kêm bûn. Nexweşan nekarî tedawî bibînin, jin û dayik birçî man, zarok bêşîr man.
Îcar yên deriyên sînor girtine û ji xwe de gotin 'çawa be dema ew birçî bimînin û her roj êrîŞî wan were kirin' wê dev ji cih û warê xwe berdin û mecbûrî me bibin' piştî rewş giha radeya ku armanc dikirin, deriyên xwe heta dawî ji tevahiya mirovan re vekirin. Heta di ser de jî soz dan wan û gotin; "Werin emê li we binêrin pêdiviyên we bi cih bînin."
Bi vî rengî ew kirin koleyên xwe! Lê tu pêdiviyên wan jî bi cih neanîn û wê neynin jî. Kesên ku ji ber ser û birçîbûnê dev ji mal û milkên xwe berdidin û hêviya xwe bi hikûmeta Basûr ve girêdidin, li cihê ku diçinê jî rastî rewşeke ji şer xerabtir tên.
Mirov dikare vê yekê ji agahî û nûçeyên ji herêmê tên biçespîne. Li gorî agahiyên ji Rojava tên, li gor dîmenên rojane em dibînin, Kurdên ku ji Rojava koçî Basûr kirine bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû ne. Li deverên ku dixwazin bimînin, nikarin bimînin. Ji endamên din ên malbata xwe têne veqetandin her yek ji wan li deverekê bi cih dikin, tu mafê wan ê karkirinê tine ye. Dîsa tî û birçî dimînin. Zarok dîsa bêşîr, bêmama, bê derman dimînin. Nexweş dîsa bi nexwesiyên xwe yên giran re bi tenê dimînin. Jin û dayik dîsa bi vê êşa ku zarokên wan dikişînin, bi kulên xwe re dimînin.
Li aliyê din, tê zanîn ku meha bê, îlonê li Başûr hilbijartin hene û rayedarên hikûmetê ku bi soza dayîna alîkariyê Kurdên koçber vexwendin ser axa xwe, li cihê ku qe nebe pêdiviyên wan koçber û penaberan ên acil pêk bînin, bi hilbijartinê re mijûl dibin. Ketine derdê hilbijartinê û careke din bidestxistina îktîdarê.
Ma gelo ev e alîkariya mirovî?
Yên koç kirine ligel ku dixwazin êdî nikarin paşve jî vegerin, ji ber ku rayedaran nasnameyên wan jî ji dest wan girtine. Ev yek di kîjan qanûnên mirovayetiyê de cih digire? Gelo paşeroja Kurdên ji Rojava koçî Başûr kirine ewê çi be? Bi taybetî ya jinan, ya keçên ciwan. Gelo serpêhatiya 18 keçên Enfalê li pêsiya wan e jî?
Wekî eynikê xuya dike ku tu hazirî û plansaziya wan ji bo Kurdên koç kirine tine ye û armanca wan Rojava ji mirovan vala bibe û hedefa Kurdên şoreşê ya serxwebûnê vala derkeve. Ji ber ku rêveberiyeke li Rojavayê Kurdistanê ava bibe, dibe ku hemû Kurdên ji polîtîkayên takekesî û li dij sûdeya netewa Kurd ên hikûmetê aciz bûne, koçî Rojava bikin. Hikûmet kesekî ku bi rê ve bibe nebîne û tenê xwe bi rê ve bibe.
Ji bo ku ev yek bi serê hikûmetê neyê li şûna ku polîtîkayên penaberiyê li Rojava bi pêş bixe divê bi berpirsiyartiya xwe ya dewletî zanibe û mezinatiya xwe di warê alîkariya mirovî û manewî de bide. Dîsa çawa ku rêxistinên azadiya Kurd wekî rêveberên herêmê wan dibînin, divê ew jî ji rêveberên şoresa Rojava re rêz bigirin û siyaseta xwe li gorî sûdeya Kurdûn Rojava pêk bînin.
Her çiqas ew niha xwe di vî warî de bêguneh qebûl dikin û tiştên tên gotin qebûl nakin jî lê kengî be wê kirin derkevin holê. Mîna bûyera Keçên Enfalê.
EVÎN RONÎ
analîz: Koça ji Rojava û hikûmeta Herêmê