ENKS îdîa dike ku nûnertiya gelê Kurd li Rojava dike, lê tenê gavek jî neavêtiye. Berovajî wê hemû siyaset û tevgera wê li dijî berjewendiya gel Kurd bû. ENKS’ê cihê xwe di nava Koalîsyona Opozîsyona Sûriyeyê ku mafên gelê Kurd înkar dike de digire. ENKS’ê li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd li Rojava derdikeve û herî dawî li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî derket. Piraniya endamên ENKS’ê li şûna ku xizmeta gelê xwe bikin ji Rojava reviyane.
Di destpêka şoreşa Sûriyeyê de Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ji aliyê hin partiyan ve hate avakirin. Hin partiyên ku cihê xwe di nava ENKS’ê de digirin, bêyî ku ti endamên wê li ser erdê hebin tenê bi navê xwe beşdar bûne. Diviyabû ENKS’ê nûnertiya gelê Kurd li Sûriyeyê bikira, lê nikaribû derkeve asta berpirsyariyê û hemû çalakiyên wê di toreya înternêtê de bi sînor man û gelek daxuyaniyên li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê û li gorî daxwaza komên çete derxistin.
Piştgiriya çeteyan kir
Ji destpêka 2012’an ve komên çete gelek êrîş bi ser herêmên Rojava de anîn û heta niha êrîşên xwe didomînin. Bajarê Serêkaniyê yekem bajarên Rojava rastî êrîş û hovîtiya çeteyan hat. Di wê demê de helwesta ENKS’ê li dijî gelê Kurd bû û piştgiriya çeteyan ji bo derbasî Serêkaniyê bibin, dikir.
Di wan rojan de alîgirên ENKS’ê di rojên înê de derdiketin kolanan û durişmeyên li gorî daxwaza çeteyan digotin û banga derbasbûna wan a Rojava dikirin. Piştî ku çete derbasî bajarê Serêkaniyê bûn, alîgirên ENKS’ê pêşwaziya wan kirin, lê çeteyan tavilê ji wan xwestin ku al û sembolên Kurdî deynin.
Komên çekdar ava kirin
ENKS’ê ji bo alîkariya çeteyan bike, komên çekdar ên Kurd di bin navên wekî “Tabûra Azadî, Tabûra Şêx Maşûq El-Xeznewî, Tabûra Selaheddîn El-Eyûbî û hin tabûrên din ava kirin.” Ev tabûr li rex komên çete beşdarî êrîşên li dijî bajarê Serêkaniyê bûn. ENKS’ê ji bo ku van komên çekdar perwerde bike û kiryarên hovane li Rojava pêk bîne, hin alîgirên xwe şandin Başûrê Kurdistanê û li wir li ser bikaranîna çekan û çêkirina teqemeniyan hatin perwerde kirin. Ev kesên li Başûr hatine perwerdekirin li dijî saziyên sivîl ên gelek bajarên Rojava teqîn pêk anîn. Li Kantona Cizîrê hêzên Asayîşê gelek kesên girêdayî ENKS’ê yên ku li Başûrê hatine perwerdekirin girtin. Ev kesên hatine girtin jî li xwe mikur hatin ku wan li dijî saziyên Rojava gelek êrîş û teqîn pilan dikirin.
Çete wekî ‘şoreşger’ bi nav kirin
Piştî ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê li ser daxwaza welatiyên herêma bajaroka Til Hemîs hemleyeke rizgarkirinê ji destên çeteyên DAIŞ’ê dest pê kirin, ENKS’ê li dijî hemleyê daxuyaniyek da û tê de îdîa kir ku ev herêm ne Kurdî ye û divê YPG derbasî vê herêmê nebe.
Yek ji helwêstên herî qirêj a ENKS’ê ku ti carî nayê qebûlkirin, ew e ku merasîmên şehîdên Rojava wekî lîstokekê bi nav dikirin û gelek rayedarên ENKS’ê îdîa kirin ku tabûtên şehîdan vala ne û beşdarî merasîman jî nebûn. Her wiha derbasî koneke sersaxiya malbatên şehîdan jî nebûn.
Li aliyekî din piştî ku çeteyên Cebhet El-Nusra bi alîkariya Tirkiyeyê parêzgeha Idlibê dagir kir, ENKS’ê tavilê daxuyaniyek da û tê de çete wekî ‘şoreşger’ bi nav kirin û ‘rizgarkirina’ parêzgehê pîroz kir.
Zarokên wan li Ewropa ne
Pirraniya rayedarên ENKS’ê li hotêlên derveyî Rojava bi cih bûne û îdîa dikin ku ew nûnertiya gelê Kurd li Rojava dikin. Her wiha zarokên van rayedaran jî li dewletên Ewropî di zanîngehan de xwendina xwe dikin.
Çavdêrên siyasî diyar kirin ku rayedarên ENKS’ê zarokên xwe li dewletên Ewropî li ser hesabê Koalîsyona Opozîsyona Sûriyeyê didin xwendin.
Ji ber têkiliyên xurt di navbera Partiya Yekîtî şaxa Îbrahîm Biro û Tirkiyeyê de, yek ji rayedarên sereke Fûad Elîko û hemû berpirsyarên partiyê ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve li Tirkiyeyê rûdinin. Tevî ku hevkariya Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ’ê re eşkere ye jî peywendiya Elîko bi istîxbarata Tirkiyeyê re di asta herî jor de heye û yek ji amûrên alîkariya bi çeteyên DAIŞ’ê re ye.
Sekretêrê partiyê Îbrahîm Biro ku dijminahiya şoreşa Rojava dike, bi hemû munasebetan êrîşî destkeftiyên gelê Kurd li Rojava dike û ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê ku dijminê gelê Kurd ê dîrokî ye, pêk bîne, li dijî hemû helwestên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derdikeve. Derbarê vê yekê de jî çavdêrên siyasî diyar dikin ku serokatiya Îbrahîm Biro ji ENKS’ê re ji ber dijminahiya wî bi şoreşa Rojava re herî zêde ye, Tirkiyeyê ew erkdar kiriye.
Îsmaîl Hemê û Hesen Salih xeteke din di partiya Yekîtî de dimeşînin. Her rayedarekî partiya Yekîtî xeteke wî ya serbixwe heye û di encamê de gelek nakokî di navbera wan de derdikevin.
Li dijî yekîtiya Kurdan derdikeve
Piştî ku Koalîsyona Opozîsyona Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê û Qeterê ve hate avakirin û tevî ku hemû mafên gelê Kurd înkar dike, nemaze dijminahiya şoreşa Rojava dike, ENKS’ê di tebaxa 2013’an de beşdarî nava wê bû. ENKS’ê her wiha li ser daxwaza Tirkiyeyê xwe ji hemû hevpeymanên di navbera aliyên Kurdî de yên wekî Desteya Bilind a Kurd, hevpeymanên Hewlêr û Duhokê û Lêvegera Siyasî ya Kurdî li Rojava vekişand.
ENKS’ê di hemû aliyan de dijminahiya xwe bi şoreşa Rojava re dike. Piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk meteryalên perwerdehiyê bi sîstemeke nû ya perwerdehiya civakî û bi zimanê zikmakî guhert, diviyabû ENKS’ê piştgirî û alîkariya vê gavê bikira ji ber ku îdîa dikin ku ew ji bo doz û mafên gelê Kurd dixebitin. Lê dîsa jî ENKS’ê bi daxuyaniyên cuda li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî derket.
ENKS’ê bi derxistina daxuyaniyan bes nekir û alîgirên xwe kom kirin û eşkere li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî derket. Alîgirên ENKS’ê li hin bajarên Rojava bi xwepêşandanên fedok derketin. Di heman xwepêşandanan de gelek nakokî di navbera endamên ENKS’ê de derketin. Li bajarê Hesekê êrîşî hêzên Asayîşê ku bi erka xwe ya parastinê radibûn, kirin. Li bajarê Dêrikê jî bi xwe bi xwe êrîşî hevûdu kirin.
ENKS’ê ber bi pişaftinê ve diçe
Hemû agahî û geşedarên jorîn wekî nakokî, şaştî û helwestên ENKS’ê yên li dijî gelê Kurd hişt ku gelek partiyên di nava wê de xwe ji nava wê vekişînin û gelek ji wan beşdarî nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibin. Her wiha hin partiyên din jî ji bo ku beşdarî vê rêveberiyê bibin di nava peywendiyan de ne.
Herdu partiyên Çep ên Rojava ji ber siyasetên ENKS’ê nikaribûn karê xwe di nava wê de bidomînin. Di encamê de ji nava wê vekişiyan û beşdarî nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn û niha bi çalakiyan karên xwe didin meşandin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê baskê Muhyeddîn Şêx Alî, El-Partî baskê Nesreddîn û partiya Wîfaq baskê Fewzî Şengalî ji ber ku rola wan di ENKS’ê de aktîf bû û hewl didan sererast bikin, hin partiyên ENKS’ê li dijî wan pilan kirin û ji ENKS’ê derxistin.
Herî dawî Partiya Demokratîk a Pêşvero ya Kurd li Sûriyeyê di 14’emîn konferansa xwe de ku li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, bi awayekî fermî ji ENKS’ê vekişiya. Çavkaniyekî ji heman partiyê ragihand ku ji bo ew beşdarî nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibin ew di nava peywendiyan de ne û derbarê vê yekê de wan komîteyek ava kiriye û komîte jî bi rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di nava gotûbêjan de ye.
Niha ENKS tenê ji du partiyan, Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK-S) ku rasterast girêdayî PDK’ê ya Îraqê ye û Partiya Yekîtî bi her çar aliyên wê (Îbrahîm Biro, Fûad Elîko, Îsmaîl Hemê û Hesen Salih) ve pêk tê. Di nava ENKS’ê de hin partiyên din hene ji ber ku tenê nav in û ti endamên wan li ser erdê tune ne, em nikarin navê partiyekê li wan bikin.
Cîhad Roj