Lê sê beşên welatê me hên jî dagirkiriye û gelê me di bin nîrê koletiyê de dinale. Li wan sê perçeyên Kurdistanê jî rewş ji sedî hezar hatiye gûhertin. Kurd hişyar in û bo destxistina mafên xwe yên bingehîn bi her awayî berxwedidin, têdikoşin.
Rojhilata Navîn serûbin e. Nexşeya siyasî ya heremê tê gûhertin û ji nû ve tê dizayn kirin. Şerek germ û tund di navbera du mezhebên îslamî de pêk tê. Li aliyekî aks, eksen û cepheya hêzên Sunnî ku di bin hamîtî û siwana Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Qatar û hêzên wek Rêxistina Birayên Misilman pêk tê, li aliyê din jî aks, eksen û cepheya Şiîtî ku ji Îran, Şîiyên Iraq, Sûriye û ji Hizbullah a Libnanê pêk tê, li dijî hev di nav şerekî germ de ne. Welatên Ewrupî û Amerika piştgiriya aksa Sunnîtiyê dikin, li aliyê din Rusya, Çîn û hin welatên din jî aligirên aksa Îran û Suriyê ne.
Her hêz û alî bo berjewendiyên xwe li berxwe didin. Ji vî şerî ku li bin ala ol û mezheban tê meşandin, ne demokrasî bo Rojhilata Navîn derdikeve, ne jî gelên heremê azad û desthilatdar dibin. Esadek Şiî wê biçe û li cihê wî Mohamedek Sunnî bê, ewqas!
Ev şerê han hem firsendên mezin derdixe pêşberî Kurdan, hem jî talûke û xeterên mezin dihevîne. Bona vê jî pêwiste Kurd hişyar bin, bi hev bişewirin û helwest, daxwazên xwe bikin yek. Garantiya destxistiyên nû û mezin ev e. Ger ev nebe, emê vê carê jî bibin qûrbaniyên konjuktûra nû.
Ger em dibên em Kurd in, em gel û netewek in; ger em dibên welatê me Kurdistan e û ji aliyê dagirkeran ve hatiye perçekirin, pêwiste helwestek Kurdewarî û Kurdistanî jî derxin pêş û nîşan bidin.
Li Rojhilata Navîn Kurd aktorên giring in. Bêyî Kurdan pirsgirêkên nav Iraqê hal û çareser nabin. Bêyî Kurdan karektera rejima Sûriyeya îro jî û ya sibê jî nayê gûhertin. Bêyî çareseriya pirsa Kurd li bakûrê Kurdistanê, Tirkiye nikare rola ku li Rojhilata Navîn girtiye ser milên xwe, bileyize. Kilît, mifte, ziman di destên aktorên Kurd de ye.
Li aliyê din Tirkiye bi hemû ciranên xwe ve di nav şerek sar de ye. Em ji Rusya destpêbikin werin Ermenistan û Azerbeycanê, ji vir derbazî Îran, Iraq û Sûriyeyê bin û paşê Israîl, Qibris û Yewnanîstan ber çawan re derbas kin, emê bibînin ku pirsgirêkên Tirkiyeyê bi wan dewletan re ji doh çend qat zêde bûne. Ev jî rê û olaxên nû, derfet û deriyên nû li peşberî Kurdan vedike.
Kurd ne mecbûrin ku di nav vê aloziyê de bibin aligirê aks û eksenekî. Bêlayanbûn û parastina berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistan bi giştî hinek ji wan hêzan mecbûr dike ku Kurdan jî bigrin ber çawan û bi wan jî beşewirin. Bona vê jî hemahengî divê; yekitiyek, platformek, mekanîzmayek hemû hêzên Kurdistanê divê.
Rojavayê Kurdistan niha defacto, di fîîliyetê de di bin kontrol û destên hêzên Kurd de ye. Rast e, îdare li destê rejîma Esad de ye, lê jiyana rojane Kurdewarî ye. Sûk û kolan, bajar û gund di bin kontrola hêzên netewî de ne.
Ger Kurd bixwazin, dikarin destkeftiyên mezin bi dest bixin. Lê nakin. Ber ku siya hezên sereke, Partî Demokratî Kurdistana a Iraqê, Partiya Karkerên Kurdistan û Yekitî Niştimanî Kurdistan li ser rojavayê Kurdistanê ye; helwesta wan hêzan li ser rojavayê Kurdistanê hên ne yek e. Mesele, pirsgirêk ev e.
Kes nabêje ku Hikûmeta Herema Kurdistanê bi ciranên xwe ve nekeve têkiliyan, nede û nestîne. Lê pêwiste em armanca dagirkerên Kurdistanê jî jibîr nekin. Dema hêzek Kurd bi rejimên dagirker ve dikeve nav têkiliyan, pêwiste berjewandiya vê parçeyê jî bê parastin.
Hêna 20 milyon Kurd li bakûrê Kurdistanê di bin nîrê koletiyê de dinalin. Hêna mektebek, dibistanek me nîn e. Zindan bi girtiyên Kurd ve tijî ne. Hêna li çiya û banî, gund û bajarên Kurdistanê keç û xortên Kurd tên kûştin. Pênc meh berê li ser sinorê başûrê Kurdistan 34 gundiyên Roboskî hatin kuştin, bê sebeb, bê sûc. Tirkiye hêna lêborîn nexwestiye û li ser de jî wan însanên ku hatine kuştin, tawanbar dike.
Çawan doh birêzan kak Mesud û Mam Celal ji aliyê rejima Saddam dihatin binavkirin, îro jî hêz û rêberên gelê Kurd li Bakûr wisa tên binavkirin. Bo rayadarên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, Kurd 4terorist' in, 'rêbir' û 'êşqiya' ne. Ev feraset hên jî nahetiye gûhertin. Bona vê jî Leyla Zana ku ji alî birêz Barzanî li Hewlêr û Salahaddîn tê peşwazî kirin, di heman demê de ji aliyê Tirkiyeyê ve bo axaftinên xwe bi piştgiriya 'terorîzmê' tê tawanbar kirin û bi 10 salan tê cezakirin.
Di dawiyê de gaziya hemû hêzên Kurd û Kurdistanî, hemû însanên me yên welatparêz, hemû şexsiyek, ronakbîr û henermendên Kurd dikim ku tesîr û giraniya xwe li ser hêzên sereke xurttir bikin, da ku helwestek Kurdewarî derkeve û Kurdên Rojava nebin qûrbaniyên tevgera bi navê Birayên Misilman ku di bin siwana Tirkiyeyê de ne. Dîsa pêwiste em nehelîn ku Kurdên Bakûr bên perçiqandin.
Em jibîr nekin: Ger Rojava bibe taştê, Bakûr bibe firavîn, Başûr jî wê bibe şîv!
MEMO ŞAHÎN
analiz: Pêwistiya helwesta Kurdewar