Divê polîtîkayên komkujiyê ku rejîma mêtinger a Tirk li Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin.
Li Kurdistanê qirkirin ne tenê bi avayekî fizîkî tê meşandin. Li gel vê; di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de qirkirin tê meşandin. Bi vê qirkirinê tê xwestin ku hemû tiştên Kurdistanî ji holê rakin. Ev jî tam li gor rejîma Tirk a mêtinger e.
Rejimîma mêtinger a Tirk, xwe li ser tune hesibandina nasnameyên ji bilî nasnameya Tirk bi rexistin kiriye. Tirkmen jî xistine nava vê polîtîkaya tunekirinê. Ev polîtîkaya tunekirinê ji bo desthilatkirina netewîbûna Tirk pêk hatiye. Ji bo bigihije vê armancê çi polîtîka pêwîst be kiriye. Pêşiye dest bi êrîşên qirkirina siyasî kirine. Piştre îskankirina bi darê zorê, sirgunkirin hatin rojevê. Yekemîn muxatabê van polîtîkayan bûn ermenî û rom. Piştre jî Kurd tevli vê polîtîkayê kirin. Lê qirkirina li hemberî Kurdan bi vê sînorkirî nemaye û di warê aborî, civakî û çandî de jî hatiye meşandin. Bi vî avayî van polîtîyan pêşî li Koçgiriyê destpê kir. Piştre Dara Hênê, Palo û Hênê dewam kir. Bi Agirî û Zîlanê asta wê zêde bû û bi Dêrsimê gihişt asta herî bilind. Piştî Dêrsimê di warê cand, aborî, civakî û siyasî de qirkirin hat meşandin. Tabî tenê nasnameya netewî ji van êrîşan siud negirtiye. Aliyên civakî yên olî jî para xwe ji van êrîşan girtine. Êrîşên li dijî sosyalîst, cemaet, tarîqat û elewiyan jî ji bo tunekirina wan hatine meşandin.
Hatiye xwestin ku netewbûna Tirk a serdest li ser van qirkirinan bê avakirin. Hemû gelên li Anatoliya û Mezopatmayayê dijîn bi nasnameya ‘Tirk’ pênase kirine û civak jî wekî “Civaka bê çîn û bê îmtiyaz” qebûl kiriye. Wiha xwestiye di mejiyê civakê de vê rastiyê bi cih bike. Bi vî avayî tê xwestin ku qirkirina herî bi taluke bê kirin. Tê xwestin ku di mejiyê civakê de qirkirinê bikin. Rejîma mêtinger a Tirk, di warê qirkirina di mejî de gelek pêş ketibû. Heta sala 1970’an ku tevgera Apocî derket holê vê rewşê dewam kir. Tevgera Apocî hewl dida ku pêkanînên qirkirinê ji holâ rake. Ji bo vê jî pêşî bingehên ku qirkirinê di mejî de ji holê rake hatin avêtin.
Pêşiyê Kurdan bi taybet jî piştî sala 1984’an jî elewî, çerkez, laz, asurî, terîqat û cemaet ji bo bikaribin bi nasnameyên xwe bên nasîn û qebûlkirin xwe bi rêxistin kirin. Ev jî tê wateyê ku netewa Tirk a serdest îflas kiriye. Lê ev îflaskirin nayê wê wateyê ku rejîma Tirk a mêtinger dev ji van polîtîkayan berdaye. Dixwaze li ser îflasê xwe cardin restore bike û polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi şiklên cuda bidomîne.
Bi taybet di salên 1980’an de ku bingeha AKP’ê hatibû avêtin bi boneya vê ji bo mercên baş derkevin holê 12’ê Îlonê darbe pêkanîn. Piştî vê êdî ne tenê nasname an jî çand hat xwestin ku li hemberî hemû civakê qirkirinek were meşandin. Zarok, ciwan, kal, jin û zilam di çarçoveya plansaziyekê de wekî hedef hatine nîşandan. Dîsa qirkirina xweza û aboriyê jî pêşketiye. Niha jî bi destê AKP’ê ku ev 3 heyame hikûmet di destê wê de ye û bûye hikûmeta şerê taybet a qirêj tê xwestin ku ev polîtîkayên qirkirinê bên domandin. Balkêşe ku, herî zêde xweza vê demê hatiye talankirin.
Dîsa talankirina aborî, dejenerasyona civakî û bikaranîna jinê di dema Hikûmeta AKP’ê ya şerê qirêj a taybet de pêkhatiye. Ev jî asta qirkirina gelên Anatoliya û Mezopotamyayê dide nîşandan.
Îro çavkaniya hemû pirsgirekên li Anatoliya û Mezopotamyayê ev in. Her roj zarok dikevin nava fuhuşê, ciwan hînê tiryakê dibin, dê û bav ji neçariyê zarokên xwe difiroşin, dizî derketiye asta herî mezin. Ev mînak jî vê rastiyê bilêv dike. Ji ber vê jî gelek diyar e ku ev polîtîkayên AKP’ê li hemberi gelên Anatoliya û Mezopotamyayê tê wateya qirkirinê.
Ev rastî ji dide nîşandan ku dema qirkirin tê bilêvkirin netenê wateya qirkirina fizîkî tê bilêv kirin.
Cemal Şerîk
analîz: Polîtîkaya AKP’ê ya qirkirinê