Ev pêşwazîkirina rewa û xwezayî bi qasî ku dibe cihê kêfxweşiya dostên gelê Kurd, ewqasî jî tirsê dixe dilê wan hêzên ku bi dehê salan nasname û hebûna vî gelî înkar kirin. Di salvegera 28’an ya pêngava 15’ê Tebaxê de, gelê Kurd dibe xwedî destketiyên nû. Asata têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê gihiştiyê, derbeyeke mezin li têgihiştina van hêzên dagirker xistiye. Ev hêz ji ber tirsa ketiye dilê wan, bi awayekî hovane êrîşî gelê Kurd dikin.
Di çaroveya plana ji holê rakirina gelê Kurd de, îro li bakûrê Kurdistanê bi rêbazên qirêj şerekî topyekûn tê meşandin. Îro hêzên ku xweseriya demokratîk a li rojavayê Kurdistanê tê avakirin weke tehdîdê dibînin, beriya niha jî hewl dan destketiyên gelê me yên li başûrê Kurdistanê ji holê rakin. Ji 15’ê Tebaxa sala 1984’an ve, hema bêjin tevahiya 28 salan êrîşên li dijî gelê Kurd ranewestiyan. Lê çawa ku di van 28 salan de ev êrîş biser neketin, roja me ya îro jî derdorên êrîşkar ti encam bidest nexistin. Ji xwe ne mumkin e ku li hemberî berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, ev derdor karibin encaman bidest bixin.
Herêmên mîna Şemzînan û Çelê yên girêdayî Botan û Zagrosê ne, ji 23 Tîrmehê ve di kontrola gerîla de ne û serdestiya gerîla ya li van herêman dewam dike. Li rojavayê Kurdistanê jî têkoşîna gelê Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bûye. Ji xwe di civîna duyemîn a Meclîsa Gel a rojavayê Kurdistanê de jî, biryardariya ji bo bidestxistina mafên Kurdan û avakirina rêveberiya xweser bi awayekî zelal derkete holê.
Di pêvajoyeke weha ya girîng û dîrokî de, gelê Kurd salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî kir. Ev pêngava ku beriya 28 salan li Eruh û Şemzînanê destpêkir, îro rihê berxwedana wê li çar aliyên Kurdistanê belav bûye. Gelê Kurd yê vê rastiyê baş dibîne, 15’ê Tebaxê weke roja vejîna xwe binav dike.
Ev mîlada hatî afirandin bi qasî bakûrê Kurdistanê, ji bo beşên din yên welat jî xwedî heman girîngiyê ye. Di pêvajoya heyî de yê herî zêde li gorî vê rastiyê tevdigere jî, gelê Kurd yê li rojavayê Kurdistanê ye. Sedemên vê jî eşkere ne. Amadekariyên rêxistinkirina pêngava 15’ê Tebaxê li vî beşê Kurdistanê hatin kirin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re, gelê Rojava bi hezaran keç û xortên xwe tevlî têkoşîna azadiyê kirin. Bê guman ne tenê Rojava, her weha Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî li têkoşîna azadî û demokrasiyê xwedî derketin û ji bo 15’ê Tebaxê bibe rojeke netewî ya hevbeş roleke girîng lîstin.
Ev taybetmendiya netewî ya 15’ê tebaxê ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye qebûlkirin, di roja me ya îro de, ji her demê zêdetir xwe dide der.
Pêngava 15’ê Tebaxa sala 1984’an ji bo gelê Kurd şoreşa vejînê afirand. Bi gulleya pêşî re êdî kelehên tirsê yên di mêjiyê gelê Kurd de hatibûn avakirin, yek bi yek li pey hev hilweşiyan. Ev pêngava dîrokî sal bi sal rê li ber pêşveçûnên mezin vekir û hê jî vedike. Heger îro gelê Kurd ji bo parastina desteketiyên li Başûr, Rojava û bakûrê Kurdistanê têdikoşe, ev têkoşîna wî berhem û encamên pêngava 15’ê Tebaxê ye.
Li bakûrê Kurdistanê êdî gel bi hêza xwe ya rewa, bi rihê serhildan û berxwedana gerîllayan herêmên xwe yên azad ava dike. Li rojavayê Kurdistanê jî hewldanên avakirina rêveberiya xweser ji her demê zêdetir dewam dikin. Êdî gelê Rojava bi temamî hêviya xwe ji dewletê biriye û li ser hîmê hêza xwe ya rewa, biryarên xwe dide û ewlekariya xwe misoger dike. Ev pêşveçûnên em behsa wan dikin, asta ku şoreşa vejînê ya 15’ê Tebaxê gihiştiyê, destnîşan dike.
Gelê Kurdistanê salvegera 28’an ya pêngava 15’ê Tebaxê bi rihê şoreşa vejînê û li ser hîmê avakirina rêveberiya xwe ya xweser pêşwazî dike.Xwedîderketina gelê Kurd li rihê berxwedana 15’ê Tebaxê divê ji aliyê her kesî ve rast were nirxandin.
Kurd bi awayekî zelal û eşkere biryardariya xwe ya ji bo avakirina rêveberiya xwe ya xweser û demokratîk destnîşan kirine û li ser hîmê vê biryardariyê hem li nirxên xwe xwedî derdikevin û hem jî nîşanî her kesî didin ku ti hêz li pêşiya têkoşîna azadiyê nikare bibe asteng. Gelê Kurd yê derbasî 29 saliya pêngava 15’ê Tebaxê dibe, ji niha ve radighîne ku ew ê vê salê serketina şoreşa xwe misoger bike.
DIYAR CIWAN
Analiz: Salvegera 15’ê Tebaxê