Tevî ku hin welatên wekî Tirkliye bi germahî li destwerdaneke leşkerî di bin banê NATO’yê de pêk bê mêze dikirn lê ji ber ku NATO û Amerîkayê bi xemsarî nêzî vê daxwazê dibûn her dihate paşdexistin. Piştî vê yekê êdî Tirkiye dixwest ku bi piştgiriya Amerîkayê destwerdanek çêbe lê ew jî bi mehneya ku li Amerîkayê hilbijartinên serokomariyê hene û Obama naxwaze bi vê destwrdana ku kes nizane dê çi bi xwe re bîne dengên hilbijêran winda bike.
Niha ew jî zelal bû piştî ku Barack Obama dîsa bû serokê Amerîkayê, hin liv û tevgerên di vî warî de zêde bûn. Sinyalên pêşî ên amadekariyê destwerdanê derketin holê. Piştî hilbijartina Obama bi 24 seatan nûçeya ku dê Tirkiye fûzeyên patriot li ser sînorê Sûriyeyê bicih bike hate servîskirin. Her wiha hin şervanên muxalefetê jî ji aliyê sînorê Tirkiye ve berê ketin bajarê Serê Kaniyê. Ew jî tê wateya anîna tank û topên rejîmê û heldana kişandina Kurdan a nava şerekî ku herdem Kurdan nexwestiye tê de bibin alî.
Ji aliyekî din ve Amerîkayê jî dest bi hin sererastkirinên di encumena niştimanî a Sûriyeyê de kir û dixwaze ku bi rengekî şekilî be jî aliyên ku li derveyî vê cncûmenê mane bîne ba hev.
Lê gelo ma bi rastî li meydanê ne ew hêzên navnetweyî şer dikin? Tevî ku ji amadekariya wiha tê xuyakirin ku dibe Tirkiye û Amerîkayê bi hevre destwerdaneke leşkerî bikin lê li gorî texmîna mine w dê ne bi xwe lê bi riya çekdar û komên xwe yên muxalefetê wî şerê xwe bibin serî. Ez texmîn dikim ku dê Amerîka û Tirkiyeyê hin çekên wekî fûzeyên ku muxalif bikaribin xwe li hemberî balafirên şer li ser piyan bihêlin bidin muxalefetê.
Ji xwe ji beriya salekê de ev şerê ku li Sûriyeyê dibe ne di navbera gelê Sûriye û rejîma Esed de dibe lê hêzên serke di vî şerî de ji xwe 2 aliyên navnetewî ên dijberin. Yek jê Amerîka, Tikriye, hin welatên Rojava, Qeter û Siûdiyê ne, aliyê din jî Sûriye, Rûsya, Çîn û Îranê ne. Di rastiya xwe de ji berê de ev alî şer dimeşînin û gelê Sûriyeyê jî heta niha tenê qurbaniyan dide.
Mixabin wekî hemû şer û pevçûnên bi vî rengî bedela herî giran xelkê sivîl dide. Kurdan ji destpêka vê serhildanê de xwestin bi deng û rengê xwe tevli vê serhildanê bibin lê ew yek li hesabê hêzên navnetewî nayê û ji berî salekê de gelek hewldan û lîstikên qirêj hatin kirin ku vî şerê xwe bikşînin herêma Kurdan. Min her dem ji xwe re digot di nava Kurdên Rojava de ne kesên wekî cehşikên başûr û ne jî cerdevanên bakur dê peyda bibin. Lê mixabin niha bi riya cehşikên nû dixwazin vê armanca xwe pêk bînin û Kurdan bixin nava şer. 

RIZOYÊ XERZÎ