Di dema êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) li hember Saddam, di rojên krîtîk yên di buhara 2003'an de agahiyên giring, koordinatên baregehên Saddam, îstîxbarata Almanyayê pêşkeşî Amerîkiyan kir û wisa jî Bexda ket û destpêka rûxandina rejima Saddam ket qonaxek nû.

Destên îstîxbarata Almanyayê ne tenê li Iraqê xûrt bûn, destê wê her wiha li Sûriye û Îranê jî heya qesr û parlamentên wan welatan jî dirêj dibû û dibe. Navê vê siyasetê jî mîna "Diyaloga Kritîk" dabûn.
Wan rojan îstîxbarata Almanyayê (BND) zingil lêda û îlan kir ku emr û jiyana rejima Esad ne dirêje û ber bi dawiyê ve diçe. Diyarde û nîşaneyên vê yekê jî ji çend hefteyên dawî de derket pêşberî raya giştî. Hewldanek navnetewî li Ewropa, Rojhilata Navîn, li Rusya û Amerika rû da û nêrînên cûda nezikî hevûdu dibin. Ger Rusya ji aliyê Amarika û Ewropa bê tatmînkirin, daxwaz û berjewendiyên Rusya li Sûriyeyê û hewza Derya Spî bên berbiçavgirtin, mesele temam e û pêvajo jî ber bi dawiyê wê biçe. Rusya niyeta xwe eşkere kir û niha bazarî li ser daxwazên Rusya tên meşandin.  Di heman dem û wextê de jî muxelefeta Sûriyeyê ji nû ve hat şidandin û Koalisyona Netewî ya Sûriyeyê li Qatarê hat demazrandin. Her wiha li Antalyayê serkêşên Artêşa Hur a Sûriyeyê hatin ba hev û di bin sponsoriya, siwana Tirkiye, Fransa, Îngîlîstan, Amerîka, Qatar û Arabistana Siûdî de navendek leşkerî damezrandin.
Muxalifên Ereb refên xwe qeyimtir dikin û cûdahiyên xwe datînin aliyekî û xwe ji bo desthilatê amade dikin.
Li ser dahatû û pêşeroja Kurd û Kurdistanê qet tiştek pozitîf nabêjin, ne dezentralizasyona Sûriyeyê qebûl dikin û ne jî bo statûyek nû bo rojavayê Kurdistanê hazir û amade ne. Bi ser de jî helwesta Kurdan hên ne yek e; hêzên Kurd ne yekdeng in, ne hemaheng in, ji hevûdu re ne vekirî ne.
Raya Kurd bi ragihandina, îlana Desteya Bilind a Kurd di navbêra hemû hêzên siyasî ya rojavayê Kurdistanê de gelek dilşad û bextewar bû. Ev yekitî li hemû Kurdistanê bû sedema şahî û dilxweşiyê. Lê çend meh derbas nebûn, kes nizane, ma ev yekitî maye an na. Ber ku her alî li têl û miqamek cûda dixe; yek govêndê ber bi aliyê rast ve dikşîne, yê din hewl dide ku govend ber bi çep here.
Biryarên hevbeş ên Desteya Bilind a Kurd li erdê man, ne di aliyê siyasî û leşkerî de, ne li aliyê diplomasî û têkiliyên derva de gavek bi hevra hatin avêtin. Ev hemû li pêşberî raya giştî ya Kurdistan û cihanê pêk tên. Lê dîsa jî dema ev hêz li Hewlêrê tên ba hev, behsa hemahengiyê dikin, sûret û weneyên bi rûken belavdikin.
Raya Kurd jî dizane ku mesele, problem, pirsgirêk di navbera hêzên mezin û sereke de ye. PDK, YNK û PKK li ser konsepteke hevbeş li hev nakin. Ser de jî di şerê mezhebî ku niha li Sûriyeyê pêk tê, ji hev cuda difikirin. Yek piştgiriyek şermok dide cepheya Suniyan, aligirên xwe bê dawet dişîne Stanbol û Dohayê, yek bi awayek sergirtî mil dide eniya Şîiyan. Aliyekî cepheyê Tirkiyeyê dikşîne, serkeşiya aliyê din jî Îran dike û hevşîrikên wê jî Sûriye û Iraq in. Ev hemû jî rejîmên dagirker in; Kurdistan di bin nîrê wan de dinale.
Tirkiye li alikî, Îran, Iraq û Sûriyê jî li aliyê din şerek mezhebî dijî hev dimeşînin. Nakokiyên hezhebî hezar sal in berdewam in. Lê dema pirsa Kurd hat hole, ev dubendî, neyartî û dijminatî di nav wan hêzan de namîne û hemû bi hevra li hemberê Kurdan disekinin û dibin yek.
 Saddam nû çû, lê Saddamek nû di nav civata Ereban de bejn davêje. Malikî haziriya sefera Kurdistanê û şerê Kurdan dike. Sibê jî wê Esadek nû di nava wan hêzên nû li Sûriyeyê de wê bejn bavêje û rewşa Kurdan ji îro xirabtir be.
Kes nabêje ku ev hêzên sereke ya Kurdistanê di hemû pirsgirêkan de, di hemû beşên siyasî de wek hev bifikirin. Lê qet nebe di hinek mijarên bingehîn de frekansên xwe bikin yek û bi hev bişewirin, bidin û bistînin.
Pirsên ku bersiv tên xwestin ev in: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrî, an jî çend hêzên vê yekitiyê dikarin bêyî PYD rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibin, gelê Kurd li hemberî êrişên neyaran biparêzin û duweroj û dahatûya Kurdistanek bi statûyek nû, çi otonomî, çi federasyon bidestxînin? Civîn û hewldanên li Stanbol û Antalyayê, li Kahîre û Qatarê jî nîşan dan ku ji bo wan guhertinan Tirkiye û muxelefeta Sûriyê ne amade ne û naxwazin jî. Tirkiye dixwaze dubêndî di navbera hêzên Kurd de derxe û wext qezenc bike, da ku hêzên Îslamî bi serkevin. Paşê çi dibe, em hemû jî dizanin.
Heman pirs bo PYD jî derbasdar û muteber in. PYD hêzeke gelek mezin e. Endam û hevalbendên wê amade ne ku canê xwe bo parastina Kurdistanê feda bikin. Berxwedana Heleb û Serêkaniyê ev yek carek din jî piştrast û dûbare kir. Endamên PYD bê westan bi şev û roj dixebitin. Lê ne hêzên nava Sûriyeyê ne jî yên derve amade ne ku PYD bi serê xwe li rojavayê Kurdistanê bibe desthilatdar.
Yekitî bi lihevkirinê pêktê û pevajoyeke diyalogê ye. Dem tê, digire; dem tê, dide. Lê di dawiyê de hemû bi hevra bi qezenc derdikevin û digêhêjin armancên xwe.
Dem nema û wext jî nêzik bû. Îro nebe, sibê; ev meh nebe, çend mehên din Rusya jî destên xwe ji pişta rejima Baas bikşîne û Esad ji Şamê derkeve. Bona ku sibê em li peşberî zarokên xwe fedîkar nebin, pêwiste em niha de destên xwe bidin hev.
Rojhilata Navîn serûbin dibe; sînor, xet û statu ji nû ve tên qişandin; sistemên dagirkeran sist dibin û ji hêzê dikevin, lê dîsa jî em Kurd nikarin ji wan gûhertinên bingehîn de sudê werbigrin. Em hên bi hêsabên biçûk mijûl in.
Qedera rojavayê Kurdistanê ne li Enqerê, ne bi Erdogan û Davutoglu re, ne li Tahran û Bexdayê wê bê nivîsandin, lê li Qamişlo û bi aktorên Kurd ve. Sozên ku Bexda, Tahran û Enqerê dayine Kurdan û aqûbet û encamên wan eşkere û diyar in. Tahamûla Kurdan ji şaşiyek nû re nemaye û wext jî dereng e!

MEMO ŞAHÎN