Til Koçer, tê wateya girê koçeran. Bi polîtîkaya Ereb kirina herêmê re Ereb ji bo wê dibêjin El-Yerûbiye. Li Herêma Til Koçer Kurd û Ereb hene. Erebên herêmê piraniya wan Erebên ji eşîra Şemerî ne. Eşîra Şemer ji Sûdî Erebistanê ne û Erebê Bedû ne, yanî Koçer in. Bi Îslam kirina herêmê re eşîra Şemer ev herêm wek Zozanê xwe bikar aniye. Şemerî pezên xwe havînan anîne herêma Til Koçer û zivistana dîsan birine Sûdî Erebistanê. Bi dehan sal wiha jiyane. Carna bi Kurdan re şer kirine, carna jî di parvekirina heremê de li hev kirine. Kurdan jî ev herêmê zivistanan bikaranîne, ji ber wê jî nakokiyan wan pirr kûr nebûye.
Ereb kirina herêmê an jî, bicihbûna eşîra Şemera di dema Fransiyan de ye. Li gora çavdêrên herêmê di salên 1925’de li herêma Til Koçer bi cih dibin, ev jî bi eşîra Şemeran despê dike. Ev di heman demê de wek encamek siyaseta Fransa ye. Ji ber ku di vê demê de Fransî bi Erebên Sûdî Erebistanê re di nava pêwendiyên baş de ne. Di encama wan pêwendiyan de, beşek ji Şemerî li herêmê tên bicihkirin. Di encama vê siyasetê di navbera Kurdên li herêmê niştecîne û Ereban de nakokî rû didin. Ji ber siyaseta Fransiyan a piştgiriya Ereban, gelek niştecihên Kurd ji herêmê koçer dibin û li gundê wan Ereb bicihdibin.
Bi Baas´ê zext dijwar bûn
Eşîra Şemerî dema tên herêmê bi hejmarek zêde “Ebîd” yanî kolê xwe jî li gel xwe tînin. Ev ebîta pirraniya wan ji Efrîqiyan pêk dihat û bibûn Ereb wek karker, çekdar dihatin bikaranîn. Ev Ebîd di şerên li ser erdan derdiketin, li dijî Kurdan dihatin biranîn. Lê piştî eşîran Şemeran di salên 1925’an li herêmê niştecih dibe, bi demê re ev malbatên wek Ebîd dihatin bikaranîn û bi serxwebûna Sûriyê re di xwezayî xwe re ji bin koletiyê derketin û li herêmê bicih bûn. Ev hejmara zêde ya Ebîd’an û Erebkirina wan, jî kir amûrek Ereb kirina herêmê.
Li herêma Til Koçer derveyî Kurdan, eşîra herî mezin Şemer e. Derveyî Şemeran, Şerabî ne. Ebîd, kolê berê yên Şemeran jî nûfûsek zêde di herêmê hene. Van eşîran di nav xwe de, dem dem ji bo erdê şer kirine, lê piştî hatina partiya Baas´ê li herêmê bi siyaseta Ereb kirina herêmê û siyaseta aborî li ser Kurdan, li herêma Til Koçer nûfûsa Kurdan roj bi roj kêm bûye. Lê ev rewş di warê erdnîgarî de rewşa Kurdbûna herêmê naguherîne.
Armanca komên çete talan e
Li herêmê piştî bûyerên li Sûriyê despê dikin, hinek tabûrên Artêşa Azad li herêmê xwe bicih dikin, rejîma Sûriyê ji ber êrîşên van hêzan neçar dimîne, xwe ji herêmê vebikşîne. Di heman demê de Kurd jî herêmên wek Dêrik, Girkêlegê, Rêmêlan, Tirbespiyê, Çilaxa ji destê rejîmê rizgar kirin. Lê wan komên Artêşa Azad bi kiryarên xwe yên talan, kuştin li dijî gelên herêmên, bi taybet ketina komên wek Cephet El Nusra, Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam nerazîbûnê gelên herêmê zêde bûn.
Herêma Cizîrê ji Kobanê despê dike, bakurê bajarê Reqa û bakurê bajarê Hesekê digre navxwe, heta bajarê Dêrikê û sînorê Iraq’ê ye. Ev herêm di heman demê embara genim û çotkariyê ye. Sûriyê hemû genimê xwe ji vê herêmê peyda dike û piraniya petrola Sûriyê ji vê herêmê tê derxistin. Wan komên çete ji ber berhemên herêmê talan bikin, xwestin vê herêmê talan bikin û talan kirin.
Çima ev kom li herêma Rêmelan û Til Koçer israr dikin? Li gora hinek çavkaniyan tê gotin, bi sed hezaran ton gemin ji herêmê dizîne. Dîsan bi mîlyonan lître petrola xam firotin. Ev kesên armanca wan talan kirina berhemê herêmê ye, ji ber parvekirina talane li hev nekirin, dinav xwe de jî ketin nava şer û gelek kes ji hevdû kuştin.
Koçber wê vegerin
Gelên herêmê li ser talan, kuştin û metirsiyan alîkarî ji hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwestin. Li ser vê daxwaza gel YPG’ê li gundê herêmê ji destê wan komên DAIŞ/Cephet El Nusra rizgar kirin. Di wan şeran de bi sedan çete hatin kuştin û ji herêmê hatin derxistin.
Herî dawî bajarê Til Koçer ji destê wan koman hate rizgar kirin. Rizgarkirina Til Koçer di heman demê, ji bo xurtkirina biratiya gelan wê derfetek nû çêbike. Her çend piştî ketina komên çete yên DAIŞ/Cephet El Nusra li nava bajar gelên sivîl neçar man malên xwe biterikînin û koçber bibin jî, YPG’ê piştî rizgarkirinê bangawazî li gelên Til Koçer kir ku vegerin malên xwe û da xuyakirin ku ew ne ji bo rêveberina bajar, ji bo parastinê ne û dive gelên Til Koçer di demek nêz de meclîsa bajar ava bike. Ev jî dide xuya kirin ku wê li Til Koçer rêveberiyekî hevbeş yên gelan bê avakirin.
Wê ambargo bişke
Ev demeke li ser Rojavaya Kurdistanê ji aliyê komên çeteyan, dewleta Tirkiyê, Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û hêzên piştgiriya siyaseta dijî Kurdên azad dikirin siyaseta birçîbûnê dihat meşandin. Armanca vê siyasete teslîm girtina siyaseta xeta sêyemîn ya tevgera azadiya gelê Kurd bû. Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) li Sûriyê xeta Kurd a serbixwe esas girt û heta niha bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin.
Rizgarkirina Til Koçer li ser daxwaza gelên herêmê ji aliyê YPG’ê ve wê di warê siyasî de ji bo Rojavaya Kurdistanê gavên nû bi xwe re bîne. Yek ji wan; şikandina ambargoya ji aliyê PDK, Tirkiyê, DYE û komên çeteyan li ser Rojavaya Kurdistanê ye. Du; çawa rizgarkirina Serêkaniyê ji komên çeteyan, di warê siyasî de rewabûnek da siyaseta Tevgera Azadiya Gelê Kurd li Sûriyê ya li ser bingeha biratiya gelan, rizgarkirina Til Koçer wê bibe zemînek xurt ji bo pêkanîna wê siyasetê.
AZÎZ KOYLUOGLU
analîz: Til Koçer bajarek biçûk û dîrokî