Bi van siyasetên şerxwaz hêzên serdest û dagirker her tim hebûna gelê Kurd ji nedîtîve hatin û ji bo mafên vî gelî yên rewa qebûl nekin û bicih neynîn, hemû rêbazê qirêj bikar anîn. Ji dîrokê ve, Kurdên ku li hemberî van hewldanên qirkirinê serî hildan jî, her tim weke cudaxwaz yan jî terorîst hatin binavkirin. Mîna ku ev nebes be, Kurd bi xayîn û hevkarên hêzên derve gunehbar kirin. Terorê dikin, bindestên xwe bi terorê gunehbar dikin, gel û welatan parçe dikin, bindestan bi cihêkariyê gunehbar dikin.
Serdest û dagirker ji bo vê zilm û zora xwe bimeşînin ji dewletên hevalbendên xwe piştgirî û alîkarî girtin û hê jî digirin. Van hêzên dagirker bawer dikirin ku ew ê bi siyasetên xwe ti carî rê nedin ku Kurd yekîtiya xwe pêk bînin, xwe birêxistin bikin û mafên xwe yên rewa bidest bixin.
Lê ev hesabên xêrnexwaz yek bi yek li pey hev pûç dibin û li xwediyên xwe vedigerin.
Bersîva herî baş ya li hemberî van siyasetan jî, îro gelê me yê Rojavayê Kurdistanê daye. Gelê Rojavayê Kurdistanê yê di pêvajoya şoreşa azadiyê de xwe birêxistin kirî, îro li hemû mafên xwe yên rewa û xwezayî xwedî derdikeve. Êdî gelê Kurd bi awayekî eşkere nîşanî her kesî da ku dixwaze li ser xaka Kurdistanê bi azadî bijî û zimanê xwe yê dayikê bikar bîne. Kurd li Rojavayê Kurdistanê van daxwazan ji bo hemû gelan dixwaze. Ji bo Asûrî-Suryaniyan, ji bo Ermeniyan, Ereban û ji bo Tirkmenan jî vê dixwaze. Gelê Rojava îro dixwaze tevî hemû netewan di nava xuşk û biratiyê de bijî.
Îro li Rojavayê Kurdistanê şoreşa azadiyê lidar dikeve. Di demeke weha ya dîrokî de, gelê Kurd gav bi gav ber ni azadiya xwe dimeşe, sîstema xwe ya xweser avadike û yekîtiya xwe saz dike. Gelê Rojava ev helwesta xwe ya bi rûmet jî bi avakirina desteya xwe ya bilind destnîşan kirin. Me gelek caran anî ziman ku zêdetirî mîlyonek Kurdên 29’ê Tîrmehê bi rihê referandumê daketin meydanan û desteya bilind weke nûnertiya xwe pejirandin. 15’ê Tebaxê roja vejînê sembola xwe hevbeş ya desteya bilind hat ragihandin. Her çendî ev sembol weke ya desteya bilind hatibe diyarkirin jî, lê di aslê xwe de ev sembol ya gelê Rojavayê Kurdistanê ye.
Ev gavên dîrokî yên ku şoreşa azadiyê li Rojavayê Kurdistan wê biserkeftinê tacîdar bikin bûn sedemê nerehetiya hin derdoran. Ji bo meşa azadiya ya gelê Rojava were astengkirin hêzên tarî û xêrnexwaz, mîna berê, niha jî ya ji destê wan tê dikin û wê bikin jî. Ti carî qebûl nakin ku Kurd bibin xwedî vîna azad û hebûna wan yan netewî were misogerkirin. Ji ber vê çendê hemû hewldanên wan wê ji bo jihevxistina vê yekîtiyê bin. Li şûna aramiya ku îro li Rojava peyda bûye, ev hêz vê gavê hewldidin ku şer û pevçûnan derbasî herêmên Kurdan jî bikin. Bi vê yekê difikirin ku ew ê karibin sîstema xweser ya hatiye avakirin têk bibin û hemû destketiyên gelê me ji holê rakin. Bi ya wan be, divê her rojê li bajarên Rojava teqîn û êrîşên çekdarî rû bidin. Di serî de dewleta Tirk û hevkarên wî, yekane derdê wan ew e ku kuştinên îro li Sûrî diqewimin bikin sûcê gelê Kurd jî.
Rayedarên dewleta Tirk beriya demekê ne jixwe ve digotin, çima li herêmên Kurdan şer û pevçûn rû nadin. Ji bo van hêvî û daxwazên xwe mafdar nîşan bidin jî, di her fersendê de, tevgera azadiya Rojavayê Kurdistanê bi hevalbendiya rêjîma Beşar Esed gunehbar dikirin. Bê guman Kurd jî di vê pêvajoyê de li hemberî hewldanên van hêzan bê deng neman. Li şûna şer, bîngehê aramiyê bihêz kir, li şûna rewşa parçekirî yekîtiya xwe ava kir û xwe li her qadên jiyanê birêxistin kir.
Hêzên dagirker û xêrnexwaz yên li hemberî têkoşîna gelê Kurd matmayî bûn, vê carê jî serî li rêbazên qirêjtir dan. Van derdoran ji bo tevlîhevkirina aramiya Rojava û jihevxistina yekîtiya Kurdan dest bi şandina hêzên îstîxbaratê û komên çekdarî kirin. Divê gelê me bi yekîtî û hevgirtina xwe li hemberî van hewldanên xêrnexwaz hişyar be. Baweriya gelê Kurd bi desteya bilind û bi siyaseta tevgera wî pir xurt e. Kurd peyam dane her kesî ku ew ê di bin her şert û mercî de li desteya bilind, sembol, al û rêbertiya xwe xwedî derkevin û li hemberî her cûreyên êrîşan biparêzin.
Gelê Rojavayê Kurdistanê yê di berdêla azadiyê de bi hezaran keç û xortên xwe şehîd dane û li hemberî zilma dagirkeran stûyê xwe netewandiye, di vê pêvajoya dîrokî de jî amade ye heman fedekariyê nîşan bide. Gelê Rojavayê Kurdistanê yê îro ala berxwedan û serhildanê liba kiriye wê hemû lîstokên komplogeran pûç bike û ji bilî azadî û jiyana birûmet tiştekî din qebûl neke.
DIYAR CIWAN
Analîz: Yekîtiya Kurdan dagirkeran aciz dike