Ev zilim îro jî hewl tê dayîn ku were dewamkirin. Gelê Kurd jî di 40 salên dawî de, bê navber li dijî vê zilmê di nava têkoşînê de ye. Ev têkoşîna bi pêşengiya tevgera azadiya Kurdistanê, di sed sala 21'an de derbeke mezin li hêzên mêtinger daye û li pêşiya siyasetên wan bûye asteng. Bê guman ev têkoşîn ji bo azadiya gelê Kurd yê li çar aliyên Kurdistanê fersendên dîrokî bi xwe re afirandine. Îro jî, di serî de rojavayê Kurdistanê tevahiya Kurd ji bo parastina hebûna xwe bûne xwedî hêzeke mezin û gav bi gav ber bi azadiyê ve diçin. Rewşa Kurdan naşibe ya ti gelên li cîhan û Rojhilata Navîn. Ji ber ku li ti devera cîhanê gelê ku hejmara wî di navbera 40-50 mîlyonî de ku hebûna wî hatibe înkarkirin û zimanê wî hatibe qedexekirin tine ye. Di vê sed salê de, li Efrîqayî êla ku ji 7 kesan pêk tê jî, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye parastin. Di rewşeke weha de, hin hêz bi çavê dijminahiyê li Kurdan dinerin. Di rastiyê de mirov bi çend gotinan nikare behsa vê rewşa tirajîk bike. Ji xwe derdorên ku hebûn û azadiya gelê Kurd bi têgihiştineke sosret qedexe dikin, pêwîstiyê pê nabînin ku behsa pirsgirêka vî gelî bikin. Dema ku Kurd li hemberî van siyasetan serî hildan jî, vê carê gotinên "terorîst û cûdaxwaz" bi hemû zimanên gelan hatin bikaranîn. Li gorî van hêz û derdoran, Kurd lîstoka di destê kesên din de ne û ji bo têkbirina pîlanên wan têne bikaranîn.
Kesên ku vê rastiya Kurd û Kurdistanê nebînin, wê nikaribin li Kurdistanê têkoşîn û siyaseteke demokratîk jî birêve bibin. Ev rewşa taybet ya Kurd û Kurdistanê dihêle ku her gavên Kurd bavêjin, ji aliyê her kesî ve werin şopandin. Lê ev şopandin ne ji bo destekdayînê, berovajî ji bo amadekirina planên tinekirina Kurd têne kirin. Di pêvajoyên asayî de, ango demên ku Kurd ne xwedî derfetên bidestxistina azadiya xwe bûn, hin derdorên xwedî têgihiştina înkarê, ku bi ti awayî behsa hebûna Kurdistanê nedikirin, di roja me ya îro de bûne navendên propogandayê. Herî dawî, peymana hevkariyê ya di navbera Meclîsa Gel a rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştîmanî a Kurdî de, ket rojeva Rojhilata Navîn û Cîhanê. Lê belê hê jî Tirkiyê û hin derdorên Ereb bi çavê dijminan li vê hevkariya Kurdan dinêrin. Roja me ya îro hema hema her kes tîne ziman ku ew li Sûriyeyê alîgirê çareseriyeke aştiyane ne. Jixwe dîplomasiya navneteweyî jî di vî warî de gelek biryar girtin. Lê gelê Kurd zêdetirî sal û nîvekê ye ku her roj ji bo şer û şîddeta li Sûriyeyê bidawî bibe bang li aliyan dike. Her weha ji bo ev şer li herêmên rojavayê Kurdistanê belav nebe jî, bi hestiyariyeke mezin tevgeriya. Konseya Yekîtiya Netewî a rojavayê Kurdistanê biryara rêxistibûyîna hevbeş da û îro pêkanîna komîteyên xwe yên hevbeş diyar kir.Bi vê biryarê re, êdî Kurdan ragihandin ku wê di nava hevkariyê de bibin xwedî siyaseteke aştiyane ya hevbeş.  


Girîngiya yetîkiya Kurdan
Yekîtiya Kurdan, wê bibe gaveke girîng ji bo bidawîkirina şerên li Sûriyeyê û avakirina welateke demokratîk. Li aliyê din Konseya Bilind a Kurd ku ji aliyê hêzên yekîtiya netewî ve hatiye ragihandin, ji niha û pêve wê bi awayekî kordînekirî tevbigere. Bê guman hem yekîtiya hêzên siyasî û hem jî konseya bilind a Kurd wê bi carekê nikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Lê divê baş were zanîn ku di warê siyasî û dîplomatîk de, yekîtiya partiyên Kurd û konseya bilind wê bibin xwedî bandoreke mezin.Yekîtiya hêzên rojavayê Kurdistanê, tirs û xofeke mezin xiste nava dilê dijminê gelê Kurd. Ji ber vê yekê dewleta Tirk demên dawî li ser hev civînan li dar dixe. Hin derdorên Ereb yên nijadperest jî yekîtiya li rojavayê Kurdistanê weke avakirina dewleta Kurd şîrove dikin. Tevî ku Kurd di her fersendê de destnîşan dikin ku armanca wan ew e li Sûriyeke demokratîk bibin xwedî jiyaneke wekhev jî, welatên mîna Tirkiyê û Erebîstana Sûdî vê helwesta Kurdan li gorî niyet û berjewendiyên xwe rave dikin.

Devleta Tirk tahamûî Kurdan nake

Desthilatdarên Tirk yên ji derfetan sûdê werdigirin û ji bo sed û 50 hezar Tirkên Qibrisê dewletê dixwazin, bidestxistina mafên gelê Kurd yên rewa asteng dikin.Tevgera aştiyane ya dawî li rojavayê Kurdistanê destpê kir, nîşanî her kesî da ku gelê Kurd dixwaze bi avakirina xweseriya xwe ya demokratîk pirsgirêkan çareser bike. Tevî ku ev rastî li ber çavane jî, propagandeyên weke Kurd li rojavayê Kurdistanê wê dewletê ava bikin û ji Sûriyeyê veqetin têne kirin. Bi vê propagandeyê dixwazin zextan li Kurdan bikin û wan li derveyî pêvajoyî bihêlin. Jixwe tecrîda giran ya ku dewleta Tirk li hemberî Rêberê Gelê Kurd birêve dibe jî nîşaneya vê yekê ye. Li aliyê din hin welatên Ereb îdîa dikin ku Meclîsên Gel û  Tevgera Civaka Demokratîk di xwepêşandanên xwe de alên Sûriyeyê ranakin û vê yekê weke hewldana avakirina dewleteke Kurdî binav dikin. Meclîsa Gel a rojavayê Kurdistanê destnîşan kiribû ku dewleta xweseriya demokratîk a gelê Kurd nas bike, ew ê jî rêzê ji ala wê dewletê re nîşan bide. Di vê rewşê de, hê nayê zanîn bê kîjan ala sembola têkoşîna demokratîk a gelên Sûriyeyê ye. Divê were zanîn ku Kurd wê alên rêjîmê ranekin. Li aliyê din, hêzên opozîsyonê yên ala Rizgariya Sûriyeyê radikin jî, hê helwesta wan ya li hemberî mafên gelê Kurd ne diyar e. Ji ber vê çendê Kurd di xwepêşandanên xwe de wê ala ti aliyekî hilnegirin. Ev helwesta gelê Kurd siyasî ye. Divê her kes rêzê ji vê helwestê re nîşan bide. Divê ti kes ji yekîtiya Kurdan netirs e. Di nava 16 mehên derbasbûyî de Kurdan bi têkoşîna xwe nîşan dan ku ew alîgirê aştî û demokrasiyê ne. Dîsa gelê Kurd nîşan da ku ew di Sûriyeke demokratîk de dixwaze bi nasnameya xwe bi gelên din re di nava wekheviyê de bijî. Bi hêviya Sûriyeke demokratîk ku mafên rewa yên hemû gelan lê were naskirin.

DIYAR CIWAN