Gelek rayedarên Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) piştgirî dan çalakiyên ku îro li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê tên lidarxistin.
Ji Efrîka Başûr neviya Mahatma Gandhi, aktîvîsta aştiyê, parlamentera berê ya ANC’ê û nûnera Weqfa Gandhi ya Efrîka Başûr, Dr. Ela Gandhi û gelek siyasetvanên ANC’yê dan xuyakirin ku ew destekê didin ‘Çalakiya Global’ a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.
Şêwirmendê Serokkomarê Efrîka Başûr, Ebrahim Ebrahim, Yunus Carrim, parlamenterên ANC’ê Charles Ngaqula, Moses Siphosezwe Amos Masango jî di nava wan siyasetvanan de ne ku destek dane kampanyayê.
Li gelek welatan, îro li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê çalakî tên lidarxistin. CAPE TOWN