ANC’ê bi Kongreya 54’an a di navbera 16-20’ê Kanûnê de li bajarê Johansbûrg ê Efrîkaya Başûr, stratejiya siyasî û rêxistinî nûjen kir. 5000 kes beşdarî kongreyê bûn ku serê 5 salan carekê li dar dikeve. Dirûşma Kongreyê jî ‘Tambo bi bîr bîne: Ber bi yekîtî, nûjenî û veguherîna radîkal a sosyo-aboriyê ve!’ bû. Olîver Tambo (1917-1993) Kongreya Neteweyê ya Efrîkayê (ANC) demeke dirêj bi rê ve biriye, yekîtiya partiyê pêk aniye, di pêşxistina îdeolojîk û têkoşîna gerîla de bi rista pêşengiyê li dijî rejîma Apartheidê têkoşîneke mezin kiriye û weke şoreşgerê mezin ê welêt tê zanîn. ANC ji bo ku bawer dike wê bi xeta Olîver Tambo ji heqî krîza îdeolojîk, polîtîk û aborî derkeve, kongreya xwe ya 54’an diyarî wî kir. Di kongreyê de Cyrîl Ramaphosa yê 64 salî bû serokê ANC’ê. Serokê berê û her wiha Serokwezîrê Efrîkaya Başûr Jacob Zûma ji 2007’an dema ku hatî ser desthilatdariyê û vir ve 789 dosyayên sûc yên weke gendeliyê, bikaranîna derfetên dewletê yên ji bo xwe û malbata xwe, nezelaliya di siyaset û aboriyê de û pêşkêşkirina sermiyana welêt a ji bo biyaniyan lê hatine vekirin.   Biryara nûjeniya radîkal Serokê nû Ramaphosa jî weke Zûma hevalê dozê yê Nelson Mandela ye û ji 2007’an ve Alîkarê Serokwezîr bû. ANC bi biryara nûjeniya radîkal a rêxistinî ya di Kongreya 54’an de xwe ji hilbijartina 2019’an re amade dike. ANC di hilbijartina beriya du salan de kelehên xwe ji dest dabûn. Ji ber gendeliyan baweriya gel a bi ANC’yê kêm bûbû. Ji krîza aborî ya Başûrê Afrîkayê rêveberiya ANC’yê berpirs tê dîtin. Di kongreya 54’an de ev rêveberî ji rêveberiyê bigire, heta bi qedemeyên xwarê, avaniya rêxistinê, mekanîzmayên sazkariyê hatin gotûbêkirin û biryarên nû hatin dayîn.   Kurd jî yek ji rojevên kongreyê bûn Di haziriya konferansa Kongreya 54’an de ku Hezîrana îsal pêk hat, Kurd jî bûne rojeva kongreyê. Têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan a li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî têkoşîna demokrasiyê ya Şoreşa Rojava di kongreyê de bûne rojevên girîng. Di kongreyê de di nav biryarên pêşniyazan de doza azadiya gelê Kurd ûya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.   ‘Em azadiyan Ocalan dixwazin’ ANC’ê di Kongreya 54’an de li ser polîtîkaya derve, di Pakêta Biryaran a 30’î de azadî ji gelê Kurd û Ocalan re bi van gotinan xwest: 1-ANC mafê Kurdan ê mirovî û siyasî, têkoşîna wan a aştî û dadmendiyê ya li Rojhilata Navîn diparêze, 2- ANC bang li hemû aliyan dike ku ji bo çareseriya siyasî bi rista xwe rabin, 3-ANC her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bang dike.   Daxwaza Essa Moosa bi cih hat Bi van biryaran cara pêşî di kongreya ANC’ê de doza azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete rojeva konreyê. Bêguman di van biryaran de bandoreke gelekî zêde ya Essa Moosa hebû ku ji 1995’an ve hewl dide ku dengê şoreşa Kurdistanê bibe Efrîkaya Başûr û dostaniyê bi Kurdan re dike. Essa Moos 1995’an damezirînerê Komxebata Mafê Mirovana Kurdan ‘Kurdish Human Rights Group-KHRAG ) bû û heta ku Sibata bihurî jiyana xwe ji dest da jî ev peywira xwe bi cih dianî. Yek ji hewldanên Moosa ew bû ku ANC rojekê bi fermî li doza Kurdan û Ocalan xwedî derkeve.