Prof. Dr. Gerhard Trabert ê ku bi rêk û pêk alîkariyên tenduristiyê ji bo rojavayê Kurdistanê organîze dike, diyar kir ku ji ber ambargoya li ser Rojava derman tine û ragihand ku gelek zarok bi nexweşiya anemiya Behra Spî ketine.Rêxistina Xizmeta Tendirsutiyê û ya li Dijî Hejariyê (Armût ûnd Gesûndheît e.V. ) yek ji saziyên sereke li Elmanyayê ye li ser vê mijarê. Damezirînerê komeleyê û serokê wê Prof. Dr. Gerhard Trabert ji zû ve ye bi Rojava re elaqedar dibe.
Prof. Dr. Gerhard Trabert ê ku beriya bi çend rojan ji rojava vegeriya Elmanyayê, çavdêriyên xwe ji kanala televîzyona dewletê ya Elmanyayê ya duyemîn ZDF’ê re ragihandin. Bijîşkê Elman diyar kir ku di serî de kuvoza pitikên nû ji dayikbûyî û amûrên plastîk ên cerrahî, pêdivî bi gelek amûr û alavên tendirustiyê heye.
Ambargo sucekî mirovahiyê ye
Prof. Dr. Gerhard Trabert diyar kir ku ji ber ambargoya Tirkiye û Şamê derman tine ne û “Ji ber vê zarok dimirin. Gelo em di kîjan serdemê de dijîn? Ev sûcekî mirovahiyê ye.”
Prof. Dr. Gerhard Trabert got zarok li rojava ji ber nexweşiya anemiya Behra Spî jiyana xwe ji dest didin, “Di dema dermankirinê de xwînê didin zarokan lê ev jî tê wateya depokirina zêde ya hesin. Ev depokirin xisarê dide organên zarokan û zarok di nava 15-20 salan de ji ber îflaskirina organan dimirin. Hin derman hene ku hesin ji bedenê derdixin, ev derman jî gelekî biha ne û li Sûriyeyê tine ne.”
Li gorî Prof. Dr. Gerhard Trabert li Rojava bi kêmanî 300 zarok bi nexweşiya anemiya Behra Spî ketine ku jê re bi zimanê tibî, ‘Talasemî’ tê gotin û biryardariya xwe ya ji bo alîkariyê careke din îfade kir.
Trabert wekî din behsa modela demokratîk a civakî ya li rojava kir û got, ev model dikare dawiyê li aloziya civakî ya li herêmê bîne.
NAVENDA NÛÇEYAN