Girtiyê nexweş Kemal Avci, 11’ê Tîrmaha 2016’an, cezayê wî hat taloqkirin û ji girtîgeha Sîlîfkeyê hat berdan, di 7’ê Tîrmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Birayê Avci Huseyîn Avci li ser mijarê got, birayê wî anîne ber mirinê û paşê ew berdan û ev bang kir: “Ji bo girtiyên nexweş nemirin, çi ji destê me bê divê em bikin.”
Kemal Avci sala 2005’an li Stenbolê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Pêşî Avci şandin Girtîgeha Sagmalcilar û dûre jî sirgûnê Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag û ya Kandirayê kirin. Sala 2011’an li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê nexweşiya penceşêra madeyê li Avci peyde bû û hat tehliye kirin. Sala 2012’an dema diçû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Okmeydanê dubare hat binçav kirin û vê carê ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê. Li girtîgehê her çû nexweşîna Avci girantir bû û ji ber vê nexweşînê ji 4 parên madeya wî 3 jê hatin jêkirin û piştî 20 rojan ji nexweşxaneyê careke din ew birin girtîgehê. 
Di vê demê de gelek caran xwîn dadiwerivî ser madeya wî û her wiha ji bo Avci û hemû girtiyên nexweş bên berdan kampanyaya “Bila girtiyên nexweş bên berdan, bila Kemal Avci bê berdan” hat destpêkirin. Piştî kampanya bi encam bû, Avci Tebaxa 2013’an hat berdan. Avci heta sala 2016’an derman bû. Di Nîsana 2016’an de 12 sal cezayê girtîgehê ku bi îdiaya “Endam û propagandaya rêxistinê” lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat qebûlkirin û dîsa ew girtin û şandin Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa L ya Sîlîfkeyê. Li ser gelek miracaetan 11’ê Tîrmeha 2016’an dîsa hat tehliyekirin û 7’ê Tîrmehê li Nexweşxaneya SSK’ê ya Okmeydaniyê jiyana xwe ji dest da.

Avci dest nîşan kir ku birayê wî ji ber fikrên xwe hat kuştin û wiha bang li raya giştî kir: “Bi sedan girtiyên nexweş, ji bo bijîn li ber xwe didin. Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşin. Ji bo ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest nedin, çi ji destê me bê, divê em bikin.” 


 DÎHABER / STENBOL