Anonsa berî 33 salan a ku komkujiya li Mereşê da destpêkirin, dîsa di meha kanûnê de, bi terora li dijî medya Kurd da hate destpêkirin.
Balkêş e, zîhniyeta tirkîtiya metîngerî, dibin kîjan rengî û bi kîjan cil û bergan de be, nayê guhertin. Ev mîrateya tunebûna li ser hebûnên cuda yên kesên din hatiye avakirin. Eger xwediyê wê mîratê li meydanê bin; tirk nikarin li wê mîrateyê xwedî derbikevin. Tirkîtiya ku mîrateya Qefqasê, ya çerkezan û mîrateya lazan a Derya Reş û mîrateya Kurdan a Zagros û Mezopotamyayê ji xwe re kirine mal û bi tirkîtiya nijaderest re mehrkirine; nikare xwe biguhere. Ji ber ku zîhniyet talangerî û kujerî ye.
Dagirkirina cografya, kultur û dîrokê xwîna xwedî kirina tirkîtiya metînger e.
Gelê Kurd û haraketa Kurd, ne belaş û beleheq, medyaya alternatîf sazkar kirin. Ji ber ku medyaya tirk, zarokên 12 salî ku bi şimik li ber devê derî bi 12 berên kontra hatin kuştin, wek terorîst bi nav kirin; bikaranîna çekên kîmyewî, wêrankirina çar hezar gundan û qirkirina gelê Kurd weke mafê dewletê dîtin.
Bê çawa di komkujiya Mereşê de jina ducanî û zaroka 18 mehî kuştin, îro jî kontrayên AKP’ê û Cemaeta Gulen, zarokên Kurd û jinên Kurd, bi kiryarên hovane dikujin. Tiştê ku hatiye guhertin, desthilatdarî û kes in. Zîhniyet eynî ye.
Kurd mecbur in ku medyaya alternatîf sazkar bikin.
Luksa gelê Kurd, luksa ciwanên Kurd, luksa Haraketa Azadiya Kurd ya platonîk nîn e. Medyaya tirk bi navika xwe ve bi dewletê ve girêdayî ye û rojnamevanên herî demokrat ên tirk jî, ji wê bextreşiya kirêt ne dûr in. Lewma luksa Kurdan ya dibin sîwana demokratên tirk de û tevgerê nîn e. Zîhniyeta desthilatdariya AKP’ê, ya dewleta tirk û ya Cemaeta Gulen zîhniyeta Îttîhat û Terakkî ye.
Zîhniyeta hiyerarşiya burokratîk, leşkerî, sazî û dezgehên Tirkiyeyê teva li ser vê bingehê hatiye avakirin. Beşekî zêde yên çepgirên tirk jî, hîna dibin bandora vê zîhniyetê de ne. Lewma gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd, entelektuelên Kurd, nvisîkar û rewşenbîrên Kurd mecbûr in birînên xwe bi destên xwe derman bikin.
Medyaya aternatîf berhemê vê pêdiviyê ye. Lê ev pêdivî, îro giha qonaxa ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çepgir û tevahiya gelê tirk jî bibe hêviya hawarê. Demeke dirêj ku em der barê kiryarên desthilatdariya AKP’ê û dewleta tirk, bi faşîzmê bi nav dikin. Gelo faşîzm çi ye? Gelo faşîzm, li gorî demê cil û bergên xwe naguhere?
Hîtler pirtûk kom bi kom dişewitandin, yanî hişmendiyê însaniyetê ji holê radikir. Zanistên ku xizmeta faşîzmê nedikirin, dikuştin, digirtin, yan jî didane revandin.
Desthilatdariya AKP’ê, çi dike gelo? Bi riyên cuda heman tiştî nake gelo? Girtina parêzeran, girtina rojnamevanan û avêtina ser avanî û buroyên medyayê bi kîjan navî dikarin werin binavkirin?
Anonsa berî 33 salan ya komkujiya li Mereşê, îro bi girtina 48 rojnamevanên Kurd di pratîkê de ye. Ne girtina parêzeran, ne jî girtina rojnamevanan di çarçoveya mafên mirovan de tê binavkirin. Zêdetir û wêdetir e! Bê çawa bikaranîna çekên kîmyewî kiryarek sûcê mirovahiyê û partîzekirina qirkirina gelê Kurd e, girtina rojnamevanên Kurd jî, pratîzêkirina kiryarek faşîzan e û xeleka dawî ya qirkirina siyasî û kulturî ye.
Dive ku em, di vê pêvajoya ku faşîzma AKP’ê ya li dijî Kurdan sînoran nas nake de, helwesta raya giştî ya cîhanê, sazî û dezgehên navneteweyî jî dibin çavan re derbas bikin. Ji ber ku siyaseta nijadperestiya tirk, ku li Kurdistanê tê meşandin, ji siyaseta van dewlet, sazî û dezgehên navneteweyî ne cûda ye û xelekên bi hevdudin ve girêdayî ne.
Bi yek gotinê; di şerê yekemîn yê cîhanê de xaka Kurdistanê û gelê Kurdistanê, bi 4 parçeyan hate parçekirin. Lê di şerê sêyemîn yê parvekirina cîhanê de ku Amerîka, YE, NATO û NY, li Iraqê xeta 36 danîn, Kurdistan kirin 5 parçe.
Siyaseta ku Kurdistan kiriye 4 parçe, îro kire 5 parçe û dîwarê siyasî yê li hemberî gelê Kurd bêhtirîn saxlem kir. Na xwe lîstika 3 meymunan bi tu rengî nayê qebûlkirin.
Gelê Kurd, rojnamevanên Kurd, bi hêsanî mafê bidestxistina agahiyan û ragihandinê hêsa bidestnexistin. Bi dehan berdêl hatine dayin û komek şehîdên medya Kurd hene. Rojnamevanên Kurd, li hemberî bombekirina avaniyan, kuştin û girtin û cezakirina bi sedan sal, meşaleya Apê Mûsa, Huseyîn Denîz û hwd. bi agirê dilê xwe re gur û geş kirin û Ocaxa medyaya alternatîf sazkar kirin.
Îro ocaxa medyaya alternatîf bi profesyonlî kar dike û wekî mertalê parastinê, wekî hêza dewletî ya herî bi nirx û bi hêz kar dike.
Pêwîst e nivîskar û entelektuelên Kurd, rewşenbîr û siyasetemdarên Kurd, li vê oxcaxa pîroz, ku li ser xwîna bi dehan şehîdan hatiye avakirin xwedî derbikevin. Dive ku, xwîna şehîdên çapemeniya Kurd di rayên bedena her Kurdî de, dilsoziya wan û fedekariya wan jî, di hest û hêrsa her Kurdî de, wekî êşa têr qolincî lêbide û bibin tevzînokên karûxebata li dijî zilma faşîzan.
Anonsa komkujiyên di paşerojan de tê bihîstin. Êdî, ne pêjna dewsa fşîzmê, faşîzm bi rengê xwe yê reş li Kurdistanê û li kolanên metropolên Tirkiyeyê kar dike. Girtina rojnamevanên Kurd, amdekirina qirkirineke ku mirov nikare navekî lê bikê ye. Lewma tu Kurd nikare bi jiyaneke nostaljîk nêzîkî pêvajoyê bibe.