Derew di jiyana her zindiyê de heye, pirên caran ji bo xweparastinê yan jî xwepejirandindayînê tên kirin. Mînak kêliya beq xwe di talûkê de hîs dike, gepa xwe diwerimîne, dîk pûrt, per û telekên xwe gij dike, kûçik û gur qîlên xwe qîç dikin. Pezkovî qiloçên xwe nîşanê dijminê xwe dide. Di bingehê xwe de tev de hêzeke li ser derewan avabûye nîşan didin.
Derew di nava civakê de gelek caran roleke pêkenokî, hedananînê û mijûliyê werdigire. Hin kesên hosta bi derewên xwe yên edilandî civakê bi saetan didin fikirandin û kenandin. Ev awa derewker hunermend in û gelek hosta ne. Mînak:
Du bira hebûne. Birayê yek hostayê derewan bûye. Yê din di jiyana xwe de hîç derew nekiriye. Lê gava dibîne kes guh nade wî, ew jî biryar dide ku derewekî bike daku civat rûmetê bide wî jî. Di nava civatê de dibêje: “Îro ji ezman dengê kûçikekî dihat!“ Civat bi yek dengî dibêje „De here lo, tiştê wer dibe? Zarok jî bi vê derewê bawer nake!“ Dema birayê derewker dibîne ku birayê wî ketiye tengasiyê, digîhîje alîkariya birayê xwe û dibêje: “Birayê min rast dibêje, lê baş şirove nake, îro qertelê cewrikê kûçik rakir bir, li ezman ewtîn û kûzîna cewrik bû!“ Civat dibêje “Ha îja bû ha!“
Derew nebêjin derbas nebin, derew jî xwedanê hin rêgez û nirxan e. Psikologê Holandî Albert Vrij taybetiyên derewkerên baş wiha rêz dike: Xwedanê porkirina tevgeran e, ji rastiyê pir dûrnekeve, li gor rewşan bi hişmenî dibêje, baş li hev tîne, derewên ku rastiya wan nikane were îspatkirin dikin, dikanin xwe bidin guhdarîkirin. Derewên ku rastiya wan tên zanîn, nakin û û...
Bi gotineke kurt û kurmancî derew jî xwedanê anor, hin pîvan û sinoran e. Dema kesekî di deqeyekê de bêhêjmar derewan bike, tu nirx û razekî derewan namîne. Êdî ev awa derewkirin ji bo diyardeya derewan jî dibe şerm û rencîdeya şerefê. Derew jî dikane bibêje: “Bimire virkerê bi şeref û anora min dilîze!“
Li Îngîlîstanê di sala 2007 an de pêşbirka derewkirinê hate organîzekirin. Di vê pêşbirkê de kesê bi şanenavê “Derewker Jonny (John Graham)“ bi çîroka xwe ye “Decoder“ bû yekemîn. Ji ber vê şanenavê „derewkerê herî mezin yê cihanê“ li wî kirin. Heke kesê bi şanenavê „Atma Recep“ tê nasîn, tevê vê pêşbirkê biba, bêguman wê xelata bi şerefa derewanlîstinê bigirta.
Ev kesê serokê dewletê ye, çi ye, êdî hemû rêbazên derewan jî binpê dike. Bi virên xwe yên ji tengalê davêje, derewan jî di nava şermê de dihêle. Ew pezên li pey xwêya destê wî dikale û diçin jî, êdî şerefa pez rencîde kirine. Pez dibêje; “Li me heqaret nekin! Em ji wan pezên li pey derewkerekî bêpîvan diçe, baqiltir in.”
Van derewên wî, kalekî bi navê Elî anî bîra min. Rojekî Elî di civatê de dibêje: “Wê salê ez di ser çiyayê Bîngolê re çûm Erzurimê, min li dîharê çiyayê Bîngolê kivkarikek wisa mezin dît ku di bin siya wê de 7 bir pez mexel bûbû, lê hê nîvê siya wê vala mabû.” Kemalê bersiv amade jî dibêje:“Ez jî wê salê û wê rojê çûbûm Erzurimê. Li taxa sifiran, heft hosta di hundirê sîtilekî de rûniştibûn, bi çakûçan binê sîtilê dikutan, lê dengê çakûçên wan nediçûn hev.“ Elî dibêje: “Errrik, ma tiştekî wisa dibe?“ Kemal bersiva wî dide: “Biko ew kivkarikê te tenê dikane di sîtileke wisa mezin de bikele.“
Vî kesê nav RTE ev derew jî di siya xwe da hîştiye. Ev kesê mixabin ku hê şanenavê derewkerê heri mezin yê cihanê negirtiye, gelo dibe ku ev kesê pîskopat bi kêmasî wek kesê bi şerefa derewan lîstî, têkeve nav rûpelên dîroka qirêj?
Dibêjin wî balona derewê bi boçik li Rîzeyê teqandiye û gotiye:
“Hey êzîdiyino, nebin hevkarên terorîstan. Em di qampan de ew qas êzîdiyan xwedî dikin. Me derê xwe ji we re vekir!“
Derewên te bibin ar bi mala te û nijada te bikeve. Ma ta îro çi alîkariya dewleta tirk gihîştiye kurdên êzidî, qampên kurdên êzidi lê dijîn, yan jî bi giştî kurdan? Ma daxwaziya te nebe, pêşmêrge ji Şengalê vedikişiyan? Ew kesê bi şerefa derewan lîstî, di rastiyê de bi van gotinan gefan li gelê me dixwe, divê em bêdeng nemînin.