´Bê deng namînim´
Rahşan Anter got, "Eger bavê min bijiya wê berî her kesî biçûya Kobanê" û destnîşan kir ku Kobanê rûmeta gelê Kurd e. Rahşan Anter ragihand ku divê Kobanê heta dawiyê bê parastin û anî ziman ku heta Kobanê bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin ew dixwaze li wê derê bi gelê Kurd re li ber xwe bide. Anter bibîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê plan dikin komkujiyê bîne serê gelê Kurd û nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî da. Anter got, "Lê belê gelê Kurd wê li rûmeta xwe xwedî derkeve û Kobanê winda neke. Bang li gelê Kurd dikim ku li cem gelê Kobanê li ber xwe bide." Anter da zanîn ku ewê dawiya hefteyê ji Îzmîrê bi komek hevalên xwe, bi armanca piştevaniya Kobanê biçe konên li gundê Zêratê yê navçeya Riha Bêrcûkê û destnîşan kir ku ewê ji wir jî derbasî Kobanê bibe, eger pêşî lê bê girtin jî ewê ji vê daxwaza xwe venegere.
SEDAT SÛR/ÎZMÎR