Doh rojnamevanê Defense Postê û nûçegihanê Pentagonê, Jared Szuba wêneyekî balkêş parve kir ku tê de du helîkopterên Apache yên DYE´yê xuya dikin. Ew vî wêneyî ji nexweşxaneya Til Temirê digire û ji bo wêne jî dinivîse: “Apachên DYE´yê li ser Til Temirê ti tiştî nakin, û li nexweşxaneyê doktor rojê 24 saetan xizmeta sivîlan, birîndarên şarapnelan, şewatan û yên ku dest û lingên wan di encama êrişên dronên Tirkiyeyê jêbûne, dike. Dronên Tirkiyeyê êrişî ambulansan jî dikin. Vê nexweşxaneyê ji destpêka dagirkeriya Tirkiyeyê ve 160 kuştî û 644 vegirtine û derman kirine.” Yanî ew dibêje, helîkopterên şer ên Emerîkî di ser bereya şer re difikirin lê ne sivîlan û ne jî hevgirên xwe naparêzin.
TIL TEMIR