Di 21'emîn salvegera qetilkirina zanyar, rojnameger û niviskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) de mijara pirtûka wî ya helbesta a bi navê "Qimil" bû lîstika şanoyê. Lîstika şanoyê ji aliyê şanogerên Navenda Çand û hûnerê ya Med a Şaredariya Wêranşarê ve hat listin. Di şanoyê de Mûsa Anter bi bîranîn. Bi sedan welatî, Cîgirê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, Hevserokê BDP'ê yê Wêranşarê Servet Kiliç, rêveber û endamên meclîsa şaredariya BDP'ê tevlî bîranîn û weşandina şanoyê bûn. Berî şanoyê di şexsê Mûsa Anter (Apê Mûsa) de hemû kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayê ji bo wan deqeyek rêzdarî girtin û bi bîranîn. Piştî wî sinevîzyona derbarê Mûsa Anter (Apê Mûsa) hat pêşandin. Di bîranînê de şanoya ku ji mijara pirtûka Mûsa Anter (Apê Mûsa) hat girtin hat pêşandin. Listika "Qimil" a ku ji yek perdeyê pêk dihat rastî eleqeyek mezin hat bi dawî bûna lîstikê re welatiya li ser lingan bi deqeyan çepik lêdan.
RIHA