Bi pêşengiya Cemiyeta Rojnamevanên Azad, Hevşaredara Amedê Gûlten Kişanak Hevserokên Rojnamevanên Azad Nevîn Demîr û Hakki Boltan û gelek Rojnamevanên çapemeniya azad tevlî çalakiya bibîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên rojnamevanên wekî Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Rohat Aktaş, û Musa Anter hatin hilgirtin. 

Di çalakiya bibîranînê de Hevserokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad, Hakki Boltan got, ew ê her tim şopdarên rastiyan bin û wiha peyivî: “24 sal derbas bûn. Di van 24 salan de têkoşîna herî dîrokî hat kirin. Niha rojnamevanên çapemeniya azad di têkoşînê de li asta herî jor in. 


AMED