Apê Xelef ku ev zêdetirî salekê nexweş bû beriya 20 rojan rakirin nexweşxaneyê. Tevî helwdanên bijîjkên Nexweşxaneya Klinik Halberg-Brebach’ê jî doh dilê wî sekinî û çû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Apê Xelef îro li ser wesiyeta wî ji Komelaya Çanda Kurd a Saarbrücken’ê saet 09:00’an de tê oxir kirin. Cenaze li cihê lê ji dayik bûye li gundê Bacinê yê girêdayî Midyada Mêrdînê werê veşartin.
Malbata Agirman taziyeyan li salona Humes a girêdayî navçeya İllingenê qebûl dikin.
Apê Xelef, ji sala 1980’î ve li Ewropayê di hamû qadên têkoşînê de bê navber 36 salan heta keliya dawî xizmeta gel û têkoşîna azadiyê kir.
SAARBRUCKEN