Ziman dergûşa çandê ye, gel bi riya zimên hest û ramanên xwe ji nifşekî derbasî nifşê din dikin.  Her wekî dayik çawa zarokên xwe di dergûşê de xweyî dikin, çanda gelan jî li ser zar û zimanan geş û rengîn dibe. Ziman bi tenê ji peyvan pêk nayê. Di zimên de biwêj, metelok, gotinên pêşiyan, qalib û şayes jî bi qasî peyvan girîng in. Ev tişt ji ber ku wekî ava kaniyekê ji kûrahiya dil û mêjiyê mirovan nizilîne, bi domana demê re dawerivîne, gelekî bi nirx û payeberz in. Belê di nav gotinên pêşiyan de yên ku li gorî raman û hişmendiya îro şaş û çewt têne dîtin gelek in. Lê belê ew jî berhema kedekê û encama tecrûbeyekê ne.
Di vê nivîsara xwe de ez dixwazim balê bikişînim ser du gotinên pêşiyan;
1- Aqilê sivik, barê giran (e).
2- Bextê Romê tune ye.
Em bi gotina yekemîn (Aqilê sivik barê giran e.) dest pê bikin. Di hemû berhemên der barê gotinên pêşiyan de ev gotin di serî de cih digire. Di Tirkî de beramberî vê gotinê dibêjin, “Akılsız başın ceremesini ayaklar çeker. (Cirma totikê vala ling dikêşin.)”  Mirov dikare vê gotinê ji aliyê zimanî, wêjeyî û ramanî ve bi awayên cur bi cur binirxîne. Lê belê em dixwazin bala xwe bidin aliyê wê ya ramanî. Dema ku mirov karê xwe bi awayekî baqilane neke, mirov bi nezanî tevbigere, mirov barê xwe giran dike.
Heke hûn bala xwe bidin rewşa Tirkiyeyê hûn ê girîngiya vê peyvê baştir fêm bikin. Li pey hin agahiyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin, di sala 1993’yan de Turgut Ozal û Eşref Bîtlîs bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li başûrê Kurdistanê rû bi rû hevdîtin pêk anîne. Heman çavkaniyê daye zanîn ku her du aliyan li hev kiriye, lê piştre Eşref Bîtlîs û Ozal ji hêla dewleta rastîn ve hatine kuştin. Roja ku Ozal mir, birêz Ocalan diyar ku Ozal hatiye kuştin, lê îro dixwazin gora wî vekin û binêrin ka bi rastî jî hatiye kuştin an na.
Heke wê demê dewleta Tirk rê li ber aştî û çareseriyê negirtiba wê îro bi deh hezaran ciwanên Kurd û Tirk zindî bûna. Lê belê rayedarên xêrnexwaz rê li ber çareseriyê girtin, di encamê de ev yek barê dewletê girantir kir. Ji wan kirî ew ji bo qenciya dewleta xwe û miletê xwe tevdigerin, lê wan barê miletê xwe girantir kir. Helwesta AKP’ê ya piştî hilbijartinê jî encama aqilsivikiya wê bû û vê aqilsivikiyê îro barê wê girantir kiriye.
Îcar em bala xwe bidin gotina duyemîn; “Bextê Romê tune ye.” Ji vê gotinê armanc û mebest çi ye? Gelo pêşiyên Kurdan bi peyva “Romê” qala kê kiriye? Îro gelek kes wisa bawer dikin ku Kurdan bi vê gotinê qala “Tirkan” kiriye. Lê li gorî baweriya min li vê derê pêşiyên Kurdan qala dewlet û desthilatiyê kiriye. Helbet wekî miletê piranî Tirkan hinekî rengê xwe daye vê dewletê, lê belê rayedarên dewletê ji ezmûna dewletî ya Îranî û Bîzansiyan jî gelek tişt wergirtine. 
Mirovên Kurd dema ku soz û bext didan hev, dema ku yek xwe diavêt bextê yekî, her tişt diqediya, mirovên qenc bêbextî li hev nedikirin. Lê rayedar û desthilatdar ne wisa bûn, ew dema ku tengav dibûn, gelek soz didan hev, lê piştî ku ji tengasiyê xelas dibûn bêbextî li mirovan dikirin. Îro jî wisa ye. Lewre desthilatî çavên mirovan kor dike, wan şaş û faş dike, pirî caran mirovan li pey xwe qaş dike. Em Kurd îro divê ne bi aqilê sivik barê xwe giran bikin, ne jî vê bêbextiya desthilatiyê ji bîr bikin.