Armanca projeyeke Zanîngeha Torontoyê ew e ku aqlê sûnî temrîn bike da ku karibe lewheyên nivîsa mîxî yên Sumerî û Akadî bixwîne. Lê ka mekîne wê ji mirovan çêtir karibe vî karî bike yan na cihê gumanan e.
Aqlê sûnî ji bo xwendina lewheyên Sumerî gelo wê bi kêr bê. Li gorî texmînan ji dîrokê heta îro bi temamî 31 hezar ziman hebûne ku mirov bi wan dipeyivin. Lê tevî ku hin ziman dimirin jî sembolên peyvên wan, dengên wan îfade dikin weke xwe dimînin. Ji ber wê jî mirovan karîbû xwe li jihevderxistina wan biceribînin, da ku zanibin ka pêşiyên wan çi gotine, çi nivîsîne. Herçî nivîs e jî zimanê tê zanîn ê herî kevin ê pê hatiye nivîsandin, Sumerî ye. Vî zimanê Mezopotamî nivîsa bizmarî/mîxî jî li pey xwe hiştiye. Yanî wan bi van sembolê ji wan re paşê mirovan gotî mîxî, li ser kevalên ji heriyê dinivîsîn, ew dipijandin û gelek ji wan arşîv dikirin. Jixwe ji ber wê gelek ji wan heta roja me ya îro man. Niha, piştî ku di sedsala 19´an de bi xêra nivîsên li Bêstûnê yên sê zimanî, mirovan karî nivîsa Sumerî ji hev derxin, lodek keval hene ku hîna divê ji hev bên derxistin.
Hizir ew e ku zimanê sumerî yek ji wan zimanê tecrîdkirî be, yanî ti zimanê îro tê zanîn yekser pê re ne elaqedar e. Nivîsa bi Sûmerî ya herî kevin a berdest jî 3100´î beriya bi mîladê hatiye nivîsîn.
Ev navê nivîsa bizmarî/mîxî sedsala 18´an ji ber şiklê sembolan li vê nivîsê hat kirin. Li gorî kesên pispor, ev şiklê nivîsê hê ji beriya mîladê 8 hezar salan ve dest pê dike. Belkî hingê ne weke alfabe yan jî sîstema dengan hatibe bi pêşxistin jî, ji bo sedemên aborî, weke pîktograman nivîsê dest pê kiriye.
Ji bilî kevalên ji axa pijandî, nivîsa mîxî li ser keviran, zinaran, metal û darê jî hatiye nivîsandin. Lê Sumeriyan û şaristaniyên piştî wan hatî axa pijandî tercîh dikir. Hin lewha bi xwe nedihatin pijandin, li şûna wê di nava avê de dihatin nermkirin û ji nû ve dihatin bikaranîn.
Li ku hatin dîtin
Ev lewha bi Sumeriyan dest pê dikin lê şaristaniyên piştî wan ên weke Akadiyan jî wan bi kar tînin. Ji ber ku paşê zimanê Akadî bû (lîngua franka) zimanê sereke yê dewlet û ticaretê bû gelek lewhe bi vî zimanî hatine dîtin. Li kitêbxaneya Aşûrbanîpal qederê 30 hezar kevalî hatine dîtin. Ji serdema Asûran bêhtirî 16 hezar lewhe mane. Ji serdema Marî jî qederê 25 hezar kevalan hene. Nêzî bajarê Sûmerî Nîpurê jî bêhtirî 15 hezar lewheyan hatine dîtin. Li nav xirbeyên Eblayê, li Sûrî jî gelek keval hatine dîtin.
Di metnên destpêkê de bêhtirî hezar sembolan hene, di metnên paşê de jî qederê 400 sembolî hene. Jixwe kevintirîn berhema wêjeya nivîskî jî Desta Gilgameş tê qebûlkirin ku bi heman nivîsê maye roja me ya îro.
Axir niha 69 hezar qeydên îdarî yên bi vê nivîsê jî li ber destê me hene ku nehatine xwendin û wergerandin. Lêkolînera ji Zanîngeha Torontoyê Émilie Pagé-Perron ku Asurplojîst e, projeyekê ji bo xwendin û wergerandina wan kordîne dike. Ev belgeyên hanê ji sedsala 21´ê beriya mîladê mane.
Émilie Pagé-Perron dibêje, “Li ser gelek warên cihê yên jiyanê yên Mezopotamyaya kevin li ber destê me hene. Lê em bi rastî nikarin sûdê ji tecrûbe û pisporiya wan mirovan bigirin di warên siyaset û aboriyê de. Heger em karibin xwe bigihînin wan agahiyan, ev ê gelekî alîkar be bi me re ku em ji wan civakan çêtir fêm bikin.”
Profesorekî Asurolojiyê li Zanîngeha Oxfordê, Jacob Dahl jî dibêje, li ber destê me belgeyên ji Mezopotamyayê hene û ew ji temamê belgeyên ji Yewnan, Roma û Misra kevin mayî bêhtir in. Ew dibêje, mixabin tenê 10 ji sedê van çavkaniyan ji hev hatine derxistin. Yanî mesele ne nebûna çavkaniyan, lê nebûna personel û kar e.
Tîma Émilie Pagé-Perron wê algorîtman temrîn bikin li ser 4 hezar metnên îdarî yên nivîsa mîxî yên dijîtalkirî.
Lê em xwe nexapînin, hîna aqlê sûnî dûrî wê yekê ye ku şûna mirovan bigire ku bi awayê xwe yê afirîner û civakî, dikarin çêtir metnên wisa ji hev derxin û bixwînin.