
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkildarî şer daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya fermandariya de ev agahî hatin dayîn:
“26’ê Çile saet di navbera 17.30 û 19.00’an de hêzên me yên gerîla li derdora Taxa Sûka Jêr du çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 çete hatin kuştin. Êvarî saet 20.30’î di encama çalakiyeke sûîqestê de çeteyek hat kuştin. 27’ê Çile (doh) saet 00.30’î li navenda Şengalê li hember du wesayîtên çeteyên DAIŞ’ê yên di nav tevgerê de çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayît bi giranî hatin derbkirin, lê belê windahiyên çeteyan nehatin zelalkirin.
27’ê Çile, saet di navbera 05.00 û 06.00’an de li derdora Taxa Sûka Jêr komek çete yên di nav tevgerê de ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin. Ji nêz ve koma çeteyan a hat ferqkirin bi çekên ferdî BKC û Kleşnikofan bi bandor hatin derbkirin. Li vir bi zelalî 8 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû. Ji çeteyên di nav komê de mirin yek jî serçeteyê bi navê Ebû Omer e.”
2 gerîlayan jiyana xwe ji dest da
Fermandariyê diyar kir ku 27’ê Çile saet 05.00'an li hember hêzên gerîla yên li derdora Taxa Berbiroj bi cih bûne, çeteyên DAIŞ’ê êrîş pêk anîye û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. Fermandariyê wiha dewam kir: “Rêhevalên bi navê Erdal Welat (Salman Tolan) û Erdal Aryen (Şiyar Daîmî), rêhevalên me yên mîlîtan in ku di têkoşîna berxwedana Şengalê de bi îdîayeke mezin cihê xwe girtin. Em soz didin ku Şengalê azad bikin û diyar dikin ku em ê dilsozê şehîdên xwe bin.”
Hat destnîşankirin ku gerîlayên 27’ê Çileyê jiyana xwe ji dest dane, Salman Talan ê bi nasnav Erdal Welat ê li Mereşê hatiye dinê û Şiyar Dîmî yê bi nasnav Erdal Aryen ê li Amedê hatiye dinê ne.
ŞENGAL