Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma xwe ya meclisê de geşedanên di nava hefteyê û pêvajoya dawî nirxand. Demirtaş bal kişand ser windayan û diyar kir ku dayika Berfo Kirbayir kurê xwe nedît û jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Li gel ku hikûmetê soz da wê û malbatên din tu lêpirsîn nekir û tu dosya zelal nekir.” Demîrtaş bal kişand ser komxebata ÎHD’ê ya Amedê ya “Windayan” û wiha axivî: “Her roj malbat li benda agahiyek der barê windayan de ne. Di demek wisa de em siyasetmedar nikarin bêdeng bibînim. Divê em vê yekê ronî bikin û komîsyonên heqîqetê ava bikin. Hêj Tirkiye îmze neavêtiye Danezana Windayan a Navneteweyî. Ev mijara şermê ye. Ji ber vê yekê em bang li hikûmetê dikin ku vê danezanê îmze bike û nebe hevparê van winayan.”

Demîrtaş anî ziman ku li 253 nokteyan gorên komî ku aydî 3248 kesên hatine windakirin li benda vekirinê ye û ger ku me ser van rastiyan bigirin û wekî ku tiştek nebûbe tev bigerin em nikarin ber bi demokrasiyê ve gav bavêjin.

Nasnameya Çerkezan

Demîrtaş anî ziman ku 21’ê Gulanê 149 sal berê di şerê Rûs a Kafkasan de gelê Çerkez hatin sirgûnkirin û ji axa xwe hatin sirgûnkirin û li Libya Misir û Sûriyê bi bicih bûn û wiha berdewam kir: “Niha bi milyonan gelê Çerkez ên hatine li Tirkiyeyê bi cih bûne. Me di pêşnûmeya makeqanûnê ya pêşkêşî meclisê kir de xwest ku hemû civakên di nava sînorê komara Tirkiyeyê de dijîn hemû civak netew bi ziman, çand û nirxên xwe bijîn. Lê mixabin li Tirkiye gelê Çerkez wekî Kurdan rastî polîtîkayên komkujiyê hatine û nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û ziman, nasname û çanda xwe bijîn. Niha Çerkez li Rusya Sor bi çalakiyan vê sirgûnê şermezar dikin.”

Makeqanûna berê

Demirtaş bal kişand ser xebatên makeqanûna nû û wiha got: “Niha niqaşên Serokatiyê û nîv serokatiyê tê nîqaşkirin. Ger ku dê makeqanûna berê be ji xwe Kenan Evren pêk aniye. Na ger ku makeqanûna nû tê xwestin û wê demê divê pêşnûmeya BDP'ê li ber çavan bê girtin. Ger ku dê ziman, nasname, baweriyên din bên înkarkirin, dê komkujiya çandî pêk bê wê demê çima em nîqaşên guhertin dikin. Wê demê çima Komîsyona Lihevhatina Makeqanûnê hat avakirin. Bi hişmendiya yekdest, kevneperest dê çi bê guhertin. Em dixwazin ku di makeqanûna nû de hemû civak bi reng, bawerî, ziman û çanda xwe bijîn. Ancak makeqanûna nû pek bê. Derdê AKP, CHP û MHP'ê lêgerîna 'Em dê çawa makeqanûna nû asteng bikin e’.”

Reforma makeqanûne

Demîrtaş xwest berî reforma makeqanûnê reforma zagonan pek bê û pakêta demokrasiyê têkeve meriyetê. Demîrtaş, xwest berî her tiştî siyasetmedar, rojnameger û parêzerên girtî serbest bên berdan û wha got: "Di pêvajoya ku rojnameger, siyasetmedar û parêzer girtî bin makeqanûna demokratîk û nû pêk naye. Divê di hilbijartinê de ji reformên demokrasiyê pêk bên. Divê hilbijartinên demokratîk pêk bên û astengiyên li pêş hilbijartinê rabin. Divê berî her tiştî qanûna terorê, qanûnên meş û xwe pêşandan û gelek qanûn bên guhertin.  Niha 3 partî wekî ku hemû malê wan e di nava xwe de parvedikin. Em vê yekê qebûl nakin. Ev li dijî pêvajoya aştî û çareseriyê e. Di vê pêvajoya ku gerîllayên PKK'ê vedikişin ev firset û dema rastkirinê ye. Hêj hikûmet li benda çiye. Heta niha behsa astengiyan dikir. Lê ev astengîe jî ji holê radibin.”

Daxwazên xwe bînin ziman

Demîrtaş anî ziman ku ew ketine pêvajoya ku her kes dakevin kolanan û daxwazên xwe bînin ziman. Demîrtaş xwest ku hikûmet jî li hemberî daxwazên gel guhê xwe û çavê xwe veke. Demîrtaş bal kişand ser konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Enqereyê pêk bê û wiha got: “Ev konferans pir girîng û watedar e. Em amadekarên vê konferansê pîroz dikin û heta dawî li pişt wan in. Em bang li kesên ku dixwazin pêvajoyê fam bikin dikin û dixwazin tevli konfransê bibin. Me got em dê pêvajoya siyaseta demokratîk bimeşînin û em ketin rê. Ev konferansa ku dê pêvajo çapa bê birêvebirin.” Di 8-9'ê Hezîranê de jî bi heman armancê dê li Amedê konferans bê lidarxistin. Bi hemû hêz, rêxistin û tevgerên ku di van konferansê de daxwaz û biryarên xwe bîkin yek dê pêvajo bi ser bikeve. Ger ku hikûmet dixwaze guh bide daxwazên gel wê demê divê van konferansan esas bigire û li ber çavan bigire.

‘Divê dozger û dadger bên cezakirin’

Demîrtaş dozger û dadger jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Hevalen me yên ji doza KCK'ê tên darizandin ceza girtibin jî divê hatibûna berdan. Ji ber ku bi îdiaya tên darizandin gerek 4 salan hatibûna girtin û serbest berbûna. Dozger û dadger sûc dikin. Em dê çawa baweriya xwe ji edaleta van dadgehan bawer bikin. Dozger û dadgeh divê bên darizandin û cezakirin. Dîsa girtiyên nexweş serbest nayên berdan. Hêj li girtîgehê nexweşên li ber mirinê ji ber Rapora Saziya Tipa Edlî nayên berdan. Niha Abdulsamet Çelîk di sînorê mirinê de ye. Lê hêj nayê berdan. Taylan Cîntay, hêj duh emeliyat bû. Li gel ku raporên wan ji mere hatin jî dîsa nayên berdan. Ev çi nakokî û edalet e.”

 ENQERE