
Dîmenê ji pencereyê yê erda hişk a Anatolî belkî jî ew dîmen e ku herî zêde di bîra temaşevanan de bimîne. Ha ew pencere ya cihê kar e ku Zehra û Olgun (Bariş Hacihan) lê kar dikin; xwaringeheke cihê bîhnvedanê ya ku herî zêde jî şifêrên wesaîtên giran û riyên dûr li wan radiwestin. Mijara ku Ustaoglu bi filmê xwe weke ku tiliya xwe bixe çavan nîşan dide 'qeder' a jinên Tirk ku ji berê de diyar e û naguhere. Têkiliya evînê ya di navbera Zehra û Olgun de jî ne yeke wisa ye ku bike film romantîk be yan jî dawiyeke filmê ya bextewer hebe. Awirên melankolîk yên protagonîsta filmê ya sereke mohra xwe li tevahiya çîroka senaryoyê dixe ku nahêlin temaşevan wê arafa Zehra têde ji bîr bikin: Awirên wan xweziyên di ber de mayî ye araf.
Ji destpêka filmê ve perspektîfa kamerayê ya Ustaoglu tercîhkirî bi awayekî ku tehlûkeyek be xwe nêzî mijara xwe dike: Olgun û Zehra. Temaşevanên ku filma Ustaoglu ya bi navê Guneşe Yolculuk (rêwîtiya ber bi rojê ve) dîtî, wê zanibin bi hostetiya wê ya wan dîmenên bê dawî yên erd û peyyajên Anatolî. Zehra û Olgun li yek cihî kar dikin û Olgun dil ketiye Zehrayê. Herçî Zehra ye, ew li dinyayeke din difikire û xewnên dûrî rastiya xwe dibîne. Ew qet nafikire ku bibe jina Olgun. Zehra li dawetekê şifêrê kamyonê Mahîr (Ozcan Deniz) nas dike û ew tehlûkeya ku kamerayê di destpêka filmî de îşaret pê dikir jî pêre xwe dide der.
Piştî reqsa pêşî ya herduyan êdî qedera jineke ciwan a tirk a diyar xwe ferz dike. Min got 'diyar' lê belê senaryo ne weke mirov li bendê ye rêya xwe dide ber xwe. Araf dibe arafa keçekê di navbera keçbûna wê û jinbûna wê de; bi ser de jî Ustaoglu awirên kameraya xwe biqasî ku temaşevan carinan aciz bike nêzî protagonîstên xwe digire, xwe ji wan hîç dûr nake, kêliyekê jî be nade alî. Rûyê Zehrayê di têkiliya wê ya cinsî ya pêşî de, dema zaroka xwe ji ber xwe dibe her li pêşberî temaşevên e û temaşevan jî di nava hestên Zehrayê de bi rengekî dîl dimîne.
Havalên kar ên temenmezin û dayik jî behsa qedera gelek nifşan dikin. Qehra zêde, alkolîkbûn, êrîşkerî û reva mêran a ji berpirsiyariyê jî bi karakterên cihê bûne mijara filmê. Di dawiya filmê de dawetek heye, lê dîmenê li pêşberî me bi ti awayî îşaret bi bexteweriya Zehrayê nake. Heke bala we kişandibe, lê binêrin, lewma ez ê bêhtir behsa filmî nekim.
LUQMAN GULDIVÊ