Tecrîda li ser Ocalan saluki û 383 roj li pey xwe hiştin. Êdî pêvajo ketiye wê qonaxê ku Ocalan azad nebê aştî jî çênabe
***
8’ê Tebaxê salvegera mirina Aram Dikran bû. Berî çendekî Kovara W jî, diyar kir ku ewê di salvegera koçberiya Aram de, hejmareke taybet amade bike. Bi vê mebestê, min jî li ser hunerê Aram Dikran û felsefeya wî, dest bi mujilahiyek hewngîrî kir. Pêşî li ser “hunermend kî ye”, piştre “huner çiye”, dawî jî “huner çawa dikare rola xwe ya felsefî û civakî bilîze” di serê xwe de rêz kirin.
Di vê pêvajoya ku Kurdistan bûye holka şer, Kurdistanî jî bûne serkêşê guhertina herêmê, înîsiyatîf ji destê hêzên artêşa dagirker a Tirk hatiye standin de; di destpêkê de min Einstain, Brech û Shakespeare bijartin. Di vê bijartinê de, 3 pîvanên min hebûn. Yek, pîşeyê cuda lê armanc yek…. Du, armanc yek, riyên lêgerînê cuda… Sê, Kûdandin, keda bê rawestandin û dilsozî…
Di nava van navan de, tenê Einstain di aliyê destîniya cografya de, cuda ye, Brecht û Shakespeare detsîniya cografya xwe dijîn. Di van xisletan teva de, Aranm Dikran û sê nav digihine hev.
Hemberî ku kesayetiyên cuda bûn jî, bi pîşeyên cuda mijul dibûn jî, têkildariya wan ya balkêş heye.
Şerê Shakespeare ya li dijî xiyanetê, berxwedana Brecht ya “parastina klasîk” û gera li pey huzmeyên ronahiya ku Einstain ji zarokatiya xwe heta dawiya temenê xwe didomîne, di tevahiya jiyana Aram Dikran de heye û dibe bingehê felsefeya wî ya berxwedanê.
Hinek kes dikarin, van gotinên min û beramber-hevkirina Aram Dikran, bi Shakespeare, bi Brech û bi Einstain re rexne bikin û bêjin “çî têkilî heye?” Lê naa, berî vê rexneyê û pirsê, dixwazim ku ew kes, li ser “sewm-û selata” ezmanî ya Aram Dikran, ku di ciwantiya li Qamişlo de, meşa ber bi Êrîvanê, karûxebata Radyoya Kurdî ya Êrîvanê, koçberiya Ewropa û sekna wî ya li payîtexta YE Brukselê, serdana Şamê û Geliyê Bekaa û gera wî ya Amedê; hinekî di mêjiyê xwe de bimeyênin. Di nava ava kimyewî ya mêjiyê xwe de, hendesyariyek matemetîkî bikin, piştre li haveynê meyandina cewherê hunerê wî di neynika dîrokê de temaşe bikin. Temenekî dirêj, bi qîr û teqşele û kûdandina dilsozî ya li pey vî hunerî û armanca wî…
Ya duyemîn, dive ku ev kes, hinekî li ser têkiliya felsefê û huner rawestin, li ser têkiliya hunermend û aktoriya teatro mêjiyê xwe mijul bikin. Ya sêyemîn, dive were zanîn ku, hunermend xwedî taybetmendiya kilîda tiştên taybet in û ew kilîd tenê bi wan re heye.
Ya çaremî, xala herî giring e; Aram Dikran û şerê wî ye. Eger felsefeya wî ya lêgerîna huzmeyên Eisntain pê re nebane, hêrsa li dijî xiyaneta bi Shekespeare re ligel wî nebane, felsefeya “parastina klasîk” ya Brecht pê re nebane, gelo wî çiqasî diakribe “sewm-û selat”ên xwe, di navbera gelên ku destîniya cografya xwe dijîn, gelê Ermenî, hinekî Suryanî û gelê Kurd, bike pirreke dîrokî?
Baş tê zanîn ku Aram Dikran destîniya cografya xwe jiya, di tevahiya temenê xwe de, li dijî wê çavkaniya bextreş têkoşîn kir. Destiniya cografîk, her dem di dîrokê de valahiyên derdixe golê. Valahiyên di dîrokê de jî, dibine bingeha windahiyên mezin. Ev windahî jî, dibine encama ku îro gelê Kurd û gelê Ermenî û Suryanî tê de dijîn. Wêranî, dîlgirtin û bêzarî!... Qedexe, tunebûn, helandin, windabûn!... Sê tişt dikarin van valahiyên kujerî dabigrin û ji hole rakin: Siyaset, huner û nivîs… Mixabin valahiya dîroka gelê Kurd, gelê Ermenî û Suryanî, biqasî erd û ezman mezin in û her valahî windahiyek dîrokî bi xwe re aniye. Her windahî jî kînek e, nezanînek e û têkçûnek e, xerboqiyeke Gordiom e. Helbet van valahiyên dîrokî, nakokiyên kûr û fereh jî dexistin holê.
Vêce, rol û mîsyona Aram Dikran ku wek sirr û razekî ye, li vir xuya dike û mîsyona wî ya dîrokî derdikevê pêşberî me. Aram Dikran di tevahiya temenê xwe de, ji bo dagirtina van valahiyan têkoşîn kir, ji bo ku nakokiya navbera gelê Kurd û Ermenî bide fêm kirin jî têkoşîn kir. Mîna aktorekî li ser dika teatro, bê rawestandin stran gotin û bi zimanê her du gelan, bi zimanê gelên din yên li Kurdistanê lorand. Aram Dikran weke pêşengê ji nû de nivîsandina dîrokê û weke lehengê li pey huzmeyên ronahiyê derkete hole. Pêşengî û lehengiya dilsoziya li hemberî mirovahiyê û bandorê li destiniya gelan û cografya jî di vir de xuya dike.
Ez dibêjim; hunermend di hunerê xwe de, di felsefeya hunerê xwe de dikare direkt têkildarî dîrokê bibe. Gelek kes, felsefê tenê karê feylesofa dibînin. Lê ez wilo nafikirim. Eger mirovek, li hemberî buyer û pêhatiyan, li hemberî dema xwe bi hişmendî, bi hewngîrî, bi berpirisyarî tevbigere, aliyekî wî yê feylesofîk heye. Mecbure hebe jî!... Lewma feylesofiya Aram Dikran jî di hunerî wî de xwe dida der û direct mudaxeleyî dîrokê dikir.
Binêrin; Shakespeare, aliyekî xwe ziman e, aliyek mîstîsîzma civakî ye, aliyek tevgera sosyolojîk e, aliyek hest û evîn e, aliyek baweriya ezmanî û niyazên bi nedir û hêviyan e. Ev hêza xwe jî, li dijî xiyanetê bikar anî û jib o guhertina civaka û heyama xwe kire pratîkê. Baş tê zanîn ku, xiyaneta di nava gelê Kurd û Ermenî de, weke birîneke mûmarî ye û têkildarî cografya Kurdistanê ye. Bê çawa Shakespeare, bûye aktorê teatro ku neşter avêtiya birîna mumarî; Aram Dikran jî, wek aktorê huner neşter avêtiye birîna mûmarî. Hêza ku, “biqasî teatro, biqasî fizîk û kîmya, biqasî roman û helbestê, huner û hunermend jî jiyanê dinirxîne”, li vir xuya dike û di hunerê Aram Dikran de, ev xilsetên “nebe nabe” xuya dike. Eger hunermendek di hunerê xwe de jiyanê ne nirxîne, rexne neke, nikare bandorê li paşerojan bike û wek aktorekî pêşeng derbikevê pêş. Lê Aram Dikran ev nirxandin jî, rexnegirî jî kiriye.
Di xwezahiya teatro de, di xwezahiya huner de jî felsefe heye. Xweza aktorekî baş ye guhertinê ye û dema ku van guhertinan di nava xwe pêk tine jî, dibe orkestrayek pirrdengî. Lê di dekora vê orkestrayê de huzmeyên ronahiyê bingeh in û wek “parastina klasîk” dikevê pratîkê. Lê her dem nû dike û nû derdikevê hole. Ev teorî ji aliyê Marx ve jî hatiye ziman û bûye sedema ku pengavên nû bidê dest pê kirin. Ji xwe “parastina klasîk” ya Brecht jî, nûjeniya li ser “klasîk” e. Aram Dikran çi dikir, li ser bingeha klasîk, di şerê guhertina demê de, di her firsetê de dengekî taybet bû, lorandineke bersivdayinê bû û wek neynika heyama xwe bû. Mînak vê; di stranên wî yên dawî teva de xuya dike: Strana “Şêrîn û Xweşe Zimanê Kurdî…” Ev stran şerê li dijî statukoparêziya ku di rewşeke faşîzan de, li dijî gelê Kurd tê meşandin e. Di stana “ZÎN”ê de, ku bi zimanê Ermenî dibêje û strana “Roj Baş Diyarbekir” û “Penaber” de jî heman şerî dimeşîne. Ev çend mînakên Aram Dikran, neynika şerê wî yê bi riya huner û encama hişmendiya wî ya felsefîk e.
Bêguman ev çend gotin têra naskirina huner û felsefeya Aram Dikran nakin. Ji ber ku wek deryayekî bû, lê wek çemê ber bi deryayê jî di coka jiyanê afirgerî dikir. Wek pêl û şelqên di wê deryayê de jî tevdigeriya. Biqasî wê deryayê jî dilsoz û dilpenah bû; wek stûneke bingehîn ya ragirtina civakî maqul û maxrur bû. Nirx û cewherê hunerê Aram Dikran û rola di tevgera jiyanê û têkiliya gelê Kurd û Ermenî de wê di paşerojan de bêhtirîn werê fêm kirin.
Aram Dikran