Rêveberiya Sînemay Salim ji bo sansurê: Erka me tevan bû em cara yekê filmê bixin ser ekranên sînemayê. Ji bo welatî bikarin bibînin û bi rêya huner û sînemayê haydarê dîroka girîng bin.
BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Ji bo Sînemay Salim ku yek ji du sînemayên Silêmaniyê ye, sala 2019´an bi qedexeyên bi destê Asayîşa Silêmaniyê dest pê kir û bi wan jî bi dawî. Destpêka Çileyê 2019´an asayîşê nîşandana kurtefilmeke li ser jiyana Sakîne Cansizê qedexe kiribû, piştre ji ber nîşandana filma 14´ê Tîrmehê jî qedexe û sansur bû bela serê sînemayê. Gava sal bi dawî jî dibû, nîşandana filma “Ji bo Azadiyê” ku behsa berxwedana 100 rojî ya li Sûra Amedê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dike. Sînemaya Salim li ser qedexeyê daxuyaniyek da û got, ti hincet ji bo qedexekirina sînema û hunerê nayê qebûlkirin. Alîkarê derhênerê filma Ji bo Azadiyê, Diyar Hiso jî fikarên xwe îfade kirin ku li paytexta rewşenbîriyê huner wisa dikare bê qedexekirin.
Diviyabû filma Ji bo Azadiyê roja dawî ya sala 2019´an bihata nîşandan û derfeta xelkê Silmaniyê çêbibe ku li vegotineke hunerî ya berxwedana 100 rojî ya Sûra Amedê binihêre. Lê Asayîşa Silêmaniyê nîşandana filmê qedexe kir. Li ser qedexeyê Sînemay Salim daxuyaniyek da û bi bîr xist ku di na 2019´an de Sînemay Salim wekî din jî hatiye astengkirin û Asayîşa Silêmaniyê nehiştiye ew du filmên din jî nîşan bidin.
Erka me piştgiriya vê filmê bû
Rêveberiya Sînema Salim got, “Piştî ku hate ragihandin filma bi navê ‘Ji bo Azadiyê’ yê derhêner Ersîn Çelîk wê 31’ê Kanûnê li Sînemay Salim were nîşandan, bi hinceta ‘ji bo parastina berjewendiyên aramiya bajêr’ asayîşê ragihand ku ew ê rê nedin ew film were nîşandan.
Ev astengî di demek de ye ku ji beriya salek bi heman şêwe dema me xwest du filman nîşan bidin rastî astengî û girtinê hatin. Li gora me ti behaneyek ji bo astengkirina huner û sînemayê nayê qebûlkirin. Ev filma ‘Ji bo azadiyê’ ku bûyereke giring a dîroka neteweyî ye di warê hunerî de di astekê de ye ku li gelek festîvalên cîhanî beşdarî kiriye. Em di wê baweriyê de ne, erka me tevan bû em tevde li Başûr piştgiriya vê filmê bikin û cara yekê bixin ser ekranên sînemayê. Ji bo welatî bikarin bibînin û bi rêya huner û sînemayê haydarê vê dîroka girîng bin.”
Panel li ser sansurê
Rêveberiyê wekî din pirsa “Filmeke ku li cîhanê hemûyî tê nîşandan, çima li sînemayeke Kurdî tê qedexekirin?” kir û got, “Tenê çeka me huner û sînema ye, em ê bi ruh û îradeya ku me roja yekê nîşan da, karê xwe dewam bikin.”
Rêveberiyê da zanîn ku ew ê 9’ê Çile saet 14:30’î li ser sansurê û astengiyê panelekê li dar bixin û bang li rewşenbîr, sînamekar, rojnamevan û berpirsên bajêr kir da ku beşdarî panelê bibin.
Li paytexta rewşenbîrî sansur
Alîkarê Derhênerê filmê ‘Ji bo Azadiyê’ Diyar Hiso jî got, “Vê biryarê ez gelekî bifikar kirim; li paytexta rewşenbîrî pêşandana wê hate qexekirin. Film qala parastina aramiyê dike, lê bi hinceta parastina aramiyê qexede dikin.”
Diyar Hiso da zanîn ku piştî qedexekirina nîşandana filmê, wan peywendî bi Waliyê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir re daniye, lê nêrîna wî jî ya Asayîşa Silêmaniyê bûye û hewldanên wan ên li cem Rêveberê Rewşenbîrî û Hunerî yê Silêmaniyê Babekir Direyî jî pûç bûne.
Diyar Hiso bi bîr xist ku ti qanûna filman qedexe bike nîne û wiha dewam kir: “Di naveroka filmê de ti pirsgirêk nîne ku bibe sedema qedexekirinê. Film qala berxwedana hejmarek ciwan dike ku ji bo parastina aramiya taxekê û civakê şer dikin. Qedexekirina filmê ji bo me gelekî nexweş e. Em kêfxweş in ku Silêmanî weke paytexta rewşenbîrî hatiye naskirin û ji aliyê UNECO’yê ve weke bajarê wêjeyê hatiye naskirin. Me xwest cara yekê filmê li Silêmaniyê nîşan bidin. Lê, ji ber vê biryara şaş a asayîşê, em gelekî bi fikar in.”
Diyar Hiso hêvî kir ev biryara şaş bê betal kirin û film li Silêmaniyê bê nîşandan.
Asayîş e sansurker e ez nizanim
Beriya niha jî nîşandana kurtefilma li ser jiyana Sakîne Cansiz û ya filma li ser berxwedana zindanan a bi navê 14´ê Tîrmehê jî li Sînemay Salim bi destê Asayîşa Silêmaniyê hatibû qedexekirin. Pratîka sansur û qedexeyê ya Asayîşa Silêmaniyê li derveyî sînemayê jî hebû; par Tebaxê pêşangeheke wêneyan a li ser Şengalê jî ji hêla asayîşê ve hatibû qedexekirin.