'Qereqolan naxwazin'
Welatiye bi navê Haydar Gul, diyar kir ku Dêrsimî erênî li vê pêvajoyê dinerin û wiha got: "Êdî pêdivî ji hêza leşkerî û amadekaryên leşkerî tune. Lê li gel ve pevajoyê li Dêrsimê ewlehiya leşker û polîsan zêde dibin. Pêdiviya Dêrsimê ji qereqolan tune. Pêdiviya Dêrsimê ji aştiyê û aramiyê heye. Hemû rêyên xweş û warên xweş ji aliyê leşkeriyê ve hatine dagirkirin. Em êdî dixwazin rojên geş û xweş bijîn. Em dixwazin dewlet dawî li qereqolan bine û rêyan vekin. Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad di nava gelê xwe de bijî û siyasetê bike. Ger pêvajo erênî pêş bikeve ew dê dîsa li warê xwe û gundê xwe vegerin. Em diwazin Ocalan azad bê berdan û gelê Kurd êdî azad siyasetê bike û li warên xwe bi aramî bijîn."
'Divê leşker ji herêmê vekişin'
Welatiyê bi navê Huseyîn Aran jî anî ziman ku kurt tu carî şer naxwazin û wiha got: "Ji 12'ê Îlonê heta niha her tim leşkeriyê li ser welatiyan zext zordarî û îşkence pêk aniye. Em niha jî heman zilmê dijîn. Ji ber van zextên dewletê gundên me hatin valakirin. Gelê me di Newroza 2013'an de guh da banga Birêz Abdullah Ocalan a aştiyê û ev bang xist meriyetê. Gelê Kurd her tim aştiyê dixwazin. Pêdiviya gelê herêmê ya aştî, aramiyê heye. Li zer me zext û zilm zêde kirin û hêj diome. Em li vî welatî xwedî mafin ku nasname û çanda xwe bijîn. Ev mafê me yê herî gerdûnî û rewa ye. Serokwezîr Erdogan got soza me temînat e, lê li herêmê operasyon didomin û qereqol tên avakirin. Ev çi qereqol in? Çima van qereqolan ava dikin? Gelo agahiya Serokwezîr ji van qereqolan tune?
'Bila li ser xwînê siyasetê nekin'
Aran, helwesta CHP û MHP'ê jî rexne kir û got: "Bila CHP û MHP di vê pevajoyê de li ser xwînê siyasetê neke. Em vê feraset û polîtîkaya wan fam nekin. Çawa dibe ku li ser xwînê û şer polîtîka bê meşandin. Her kes dixwaze bi nasname û bîrdoziya xwe azad bijî. Rêberê me ji bo biratî û aştiyê têdikoşe. Kurd dixwazin nasname û çanda xwe azad bijîn. Kurd aştî û azadiyê dixwazin. Birêz Ocalan jî dixwazin her kes bi bîr bawerî û çanda xwe azad bijîn. Ger ku Rêberê gelekî ne azad be ew gel ne azad e."
'Bila êdî helîkopter ranebin'
Welatiyê bi navê Seyfî Yagar jî anî ziman ku di vê pêvajoyê de zêde helîkopter radibin û wiha got: "Her roj helîkopter li ser serê me difirin. Em êdî helîkopteran naxwazin. Em êdî kuştin û pevçûnê naxwazin."
Welatiyê bi navê Aydin Durgun, jî heman tişt anî ziman û xwest êdî arami û aştî pêş bikeve û dawî li liv û tevgara leşkerî bê.
DÎHA/DÊRSIM