Di nûçeya televîzyona dewletê ya Elman ARD de cih ji êrîşên 2 hefteyên dawî yên Erdogan û AKP ya wî û nêrînên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re hat veqetandin. Her wiha bal hat kişandin ser nerazîbûna Kurdistaniyên ji Başûr û Êzidiyên neçar mane ji Şengalê derkevin, hat ragihandin. Di nûçeya ku bi dîmenên gundê Zergelê yê ji aliyê nûçegihanê ARD Volker Schwenk ve hat kişandin re destpê kir de, hat destnîşankirin ku ti ji 8 kesên jiyana xwe ji dest dane eleqeya xwe bi PKK’ê re nîne. Di nûçeyê de cih ji van gotinên gundiyekî Zergelê yê di komkujiyê de xizmên xwe winda kir re hat veqetandin: „Çi pêşmerge çi PKK’yî, ji bo Tirkan ti cudahiya xwe nîne. Ji bo were kuştin, mirov Kurd be, bes e.“ Nûçegihanê ARD’ê Volker Schwenk bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re hevdîtin kir. Bayik di vê hevdîtinê de bersiv da van îdîayan.
Bayik anî ziman ku di êrîşan de heta niha 7 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane, di êrîşan de herî zêde sivîlan zerar dîtine û bibîr xist ku bi tenê li Zergeleyê 8 sivîl hatine qetilkirin.
‘Tirkiye koalîsyonê qels dike’
Di nûçeya ARD’ê de Bayik bal kişand ser têkiliya navbera operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan û serketî-neserketîbûna koalîsyona li dijî DAIŞ’ê. Bayik hişyarî a ku bomberdûmana li hemberî PKK’ê tê kirin wê rê li ber encameke neserketî ya koalîsyona li dijî DAIŞ‘ê veke û got, „Em hemû li heman eniyê li dijî DAIŞ’ê şer dikin.“ Bayik da xuyakirin ku ji nedîtî hatina êrîşên Tirkiyeyê tê wê wateyê ku koalîsyon derbê li xwe dike. Di nûçeya ARD’ê de Bayik got, „PKK’êli Sûriyeyê di qelskirina DAIŞ‘ê de roleke girîng a biryardar lîst. Tirkiye bi taybetî ji bo li ser sînor herêmeke tampon ava bike û pêşî li xwegihandina hev a Kurdan bigire, tevlî koalîsyonê bû.“
‘PKK’ê herêmên Kurdan parastin’
Di nûçeya ARD’ê de hat destnîşankirin ku serketina têkoşîna PKK’ê ya li hemberî DAIŞ‘ê îspat bûye û cih da nêrînên Kurdistaniyên Başûrî yên piştî komkujiya li Zergelê hatin gund. Ji gundiyan ciwanekî got, „Eger PKK nebûya, DAIŞ dikarîbû vegeriya. Û belkî hemû herêmên Kurdan dagir bikira.“Di nûçeya bi dîmen de ji kampa penaberan a bi deh hezaran Êzidiyên ji zilma DAIŞ‘ê reviyane Duhokê, cih hat veqetandin.