Hunermend Firmêsk piştî demeke dirêj îsal havînî albûmeke nû ya bi navê Arezûy Firrîn derxist. Firmêsk bû mêvanê bernameya Kurdî ya radyoya WDR (Radyo û Televizyona Rojavayê Elmanyayê). Bi navê medenî yê tam Firmêsk Hafez ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Mehabadê ye. Di vê albûma wê de 12 stran hene. Arezuy Firrîn jî yek ji wan e. Wekî din stranên Albûmî Dill, Daya, Bêwefa, Hunermend, Jin, Peşîmanim, Le xwe baş binêre, Efsûs, Nesare Yaran, Mesiyê Reşe Biçkole û Hestî Evîn jî hene. Herçî muzîka wê ye, popeke nerm e ku ji stranên bi tehma melodiyên ji Spanyayê, heta yên ji Elmanyayê xwe li rengê wê vedaye.
KOLN