Parêzer Axel Oswald li ser biryara Dadgeha Temyîzê ya Belçîkayê ya ku biryara “PKK aliyê şer e” piştras kir, nirxand û got, “Biryar argûmanên baş dide me ku ji bo em li Elmanyayê ji bo parastina li dadgehê bi kar bînin.”
Ev gotinên Axel Oswald ji bultena komeleya alîkariya bi girtiyên siyasî yên Kurd li Elmanyayê (AZADÎ e.V.) re ne. AZADÎ e.V. li ser doza li Dadgeha Ewlekariya Bilind a li Stuttgart-Stammheimê (ji 16´ê Nîsana 2019´an ve dewam dike) peyivî ye. Di vê dozê de hîna jî 3 Kurdistanî girtî ne û temamê 5 kesên di dozê de hatine mexdûrkirin, ji ber qanûna ceza ya Elman 129a/b´yê tên dadgehkirin, yanî bi tohmeta alîkarî û endametiya rêxistineke terorîst li derveyî Elmanyayê.
Li ser pirsa ka wê tesîra biryara Dadgeha Temyîzê ya Brukselê tesîrê li dozên li Elmanyayê bike yan na, Parêzer Axel Oswald dibêje, “Biryara Dadgeha Temyîzê ya Bruksel a 28´ê Çileyê 2020´an dibêje, PKK li gorî qanûna dijî terorê ya Belçîkî ne rêxistineke terorîst e, berevajî vê, ew di şerekî de aliyek e. Helbet ev di biryarên dadgeriya Belçîkî de biryareke girng û diyarker e. Lê belê, ev biryar di dozeke li vir (Elmanyayê) de nikare weke biryareke ku divê hesabê wê bê kirin, di nava dozekê de nikare bê nirxandin, ji ber ku ev tenê biryara dadgeheke bilind a Belçîkî ya neteweyî ye. Lê belê dîsa jî ew argûmanên baş dide ji bo parastinên li dadgehên li Elmanyayê.”
Siyaseta Elman belkî bi zexta ji derve biguhere
Lê herçî tesîra biryarê li siyaseta Elmanyayê ye, ew reşbîn e: “Herçî tesîreke li siyaseta Elman elaqedarî PKK´ê û pê re jî elaqedarî Tirkiyeyê, mixabin na, ew ê tesîrê neke. Berjewendiyên Elman ên ku li ber rehma “niyeta baş” ên rejîma îslamo-faşîst ên rejîma Erdogan, zêde mezin in û ji ber wê ez nikarim destûra xweşbîniyê bidim xwe. Ev helwêsta siyaseta Elman a elaqedarî Tirkiyeyê di siberojê de tenê bi zexteke mezin a ji derve ve ku li siyaseta Elman bibe yan jî belkî bi zexta biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê karibe biguhere.”
FRANKFURT