Artêşa Tirk a ku bi dewrgirtina Qebasînê xwe gihandin sînorê Babê û êrîşî Minbic û Efrînê dike. Li ser vê yekê Meclîsa Leşkerî ya Babê gundên derdora bajarokê Arima bidest xistin û bajarok dorpêç kir.  YPG’ê piştî hêzên parastina Minbicê yên Meclîsa Leşkerî perwerde kirin navçe radestî wan kir û ji bo hêzê bidin Pêngava Xezeba Firatê ji herêmê vekişiyan. Navçe êdî ji aliyê Meclîsa Siyasî ya Minbicê ve tê rêvebirin. 

Çeteyên DAIŞ’ê bajarokê Qebasîn ê di destê wan de bi şêwazekî lihevkirinê radestî artêşa Tirk kir. Dewleta Tirk ku bi çûyina heta başûrê Babê dixwaze korîdora Kurd asteng bike piştî dagirkeriya Cerablûsê di herêma Şehba re xwe gihande Babê. Hêzên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê doh jî bajarokê Qebasîn ji DAIŞ’ê dewr girtin. 

Yek ji amirê koma çete ya Ehrar El Şam a di bin kontrola dewleta Tirk de Ebu Bîlal ji Reutersê re ragihand ku di encama lihevkirina DAIŞ û dewleta Tirk de ji bajarokê Qebasînê vekişiya ye. Ebû Bîlal ragihand ku dema ew ketine bajarok endamên DAIŞ’ê bi tevahî vekişiyabûn. 

Meclîsa Leşkerî ya Babê kete tevgerê

Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bajarokê Qebasîn ji DAIŞ’ê dewr girtin û gihiştin qeraxê Babê Meclîsa Leşkerî ya Babê gundên derdorê rizgar kirin û bajarokê Arima dorpêç kirin. Bi vê yekê re pêşveçûna artêşa Tirk û çeteyan rawestiya. 

Meclîsa Babê di 15’ê Tebaxê de bi beşdariya 7 hêzên şoreşger hatibû îlan kirin. 

Li Minbicê wezîfe qediya

YPG bi daxuyaniyek da zanîn ku hêzên xwe yên li Minbicê ji bo tevlî pêngava Reqayê bibin vedikişînin.  Fermandariya Gîştî ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku piştî wan erka xwe ya rizgarkirina Minbicê û perwerdekirina hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi dawî kirin, ew hêzên xwe ji bajarê Minbicê dikişînin û tevlî hemleya Xezeba Firatê dibin.

Daxuyaniya Fermandariya Gîştî ya YPG’ê wiha ye:“Hêzên me bi destekdayîna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û alîkariya Koalîsyona Navnetewî, di 15’ê Tebaxa 2016’an de bajar, gundewar û tevahî gelên Minbicê ji zordestiya DAIŞ’ê rizgar kirin.Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, yekîneyên me bi alîkariya Koalîsyone Navneteweyî, hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê perwerde kirin. Niha ev hêz bûne xwedî saziyên leşkerî û ewlekariyê û dikarin gelên Minbicê ji hemû xeteriyên li ser bajar biparêzin.

Piştî ku hêzên me yên li bajarê Minbicê rola xwe di rizgarkirina bajar û sivîlan de gihandin dawî, em îro radigihînin ku hêzên me ji Minbic vekişiyane rojhilatê çemê Firatê, ku tevlî hemleya rizgarkirina bajarê Reqa “Xezeba Firatê” ya ku hatiye îlankirin bibin. Em bawer in ku hêzên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikarin bi erka xwe ya parastina Minbicê rabin.

Di heman demê de em spasiya gelên Minbic ên qehreman bi hemû pêkhatiyên wê yên hembêza xwe ji şervanên me re vekirin dikin.  Eger pêwîstî hebe, em hazir in li ser banga gelên Minbicê herin herêmê û wan biparêzin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN