Piştî ku doh li Hewlêrê PDK û YNK li ser mijara referandûma ji bo serxwebûnê civiyan, çapemeniya ser bi PDK´ê ve îdîa kir ku di navbera Tevgerra Gorran û PDK´ê de jî li Silêmaniyê civînek hatiye li darxistin. Çapemeniya PDK´ê di heman demê de îdîa kir ku YNK û PDK´ê li ser pêkhatina referandûmê û dema wê li hev kiriye, tevî ku çavkaniyên serbixwe ev agahî piştrast nekirin û gelek şîrovekerên siyasî jî dibêjin, YNK heta ku şertên tevlîkirina Gorranê li pêvajoyê û çalakkirina parlemanê pêk neyên, wê ti gavê neavêje.

Çapemeniya PDK´ê îdîa kir ku “dûrê çavê kamerayan” endamê polîtburoya PDK´ê Hoşyar Zêbarî û berpirsê Tevgera Gorran Qadrî Hecî Elî li Silêmaniyê hev dîtine.  

Çawa tê zanîn Gorran çalaknekirina Parlamenta Kurdistanê weke sedema sereke ya krîzên siyasî li Başûrê Kurdistanê dibîne, û dibêje, eger parlemen çalak bibe, hevdîtinên aliyan jî wê asayî bibin, biryara mekanîzmaya refernadûmê jîdikare bête dayîn.

Piştî ku PDK´ê bi awayekî neqanûnî û ne rewa parlemen betal kir, bi fermana polîtbûroya wê roja 12ê Cotmeha 2015´an pêşmergeyên wê li rêbenda Pirdê ya Hewlêrê rê neda ku Serokê Parlamenê Yusif Mihemed biçe Hewlêrê û wezîrên Gorran jî ji hikûmetê hatibûn dûrxistin.

Her wiha 22’ê Nîsanê, Konseya Hevbeş ya YNK û Gorranê kom bûn û destnîşan kir ku pêwîst e biryara lidarxistina referandûmê li parlamenê bê dayîn û gotin divê referandûm Kerkûkê jî bihewîne.

PDK her li dijî parlemenê xuya dike

Herçî civîna pêr a di navbera PDK û YNK´ê de li Hewlêrê pêk hatî, aliyan ti daxuyaniyên fermî nedan, lê belê çapemeniya PDK´ê di destpêkê de îdîa kir ku aliyan li ser pêkhatina referandûmê û dema wê de li hev kiriye. Lê belê aliyê YNK´ê ti agahiya bi vî rengî neda. Çavdêrên siyasî bi xwe bi bîr xistin ku YNK weke şertê pêkhatina referandûmê, lihevkirina bi Gorranê û çalakkirina parlemenê dibîne, ev jî tê wê maneyê, heta ku PDK di helwêsta xwe ya beramberî Tevgera Gorran û çalakkirina parlemenê de neguhere, ev civîn û hev dîtin wê serketî nebin. 


 SILÊMANÎ / HEWLÊR