Şanoya Bajêr a Amedê di sezona nû de dê bi berhemên nivîskarê qerfî yê navdar Arîstofanes û nivîskarê lîstikan ê îtalî Darîo Fo, di 29'ê Îlonê de dest pê bike.
Şanogerên Şanoya Bajêr ên ku êdî xwe ji nîrê şaredariya qeyûmî rizgar kirî, ji bo serdema nû zend û bendên xwe vemaliştin; ew ê 29'ê Îlonê bi lîstikên nivîskarên Yewnan û Îtalî dest bi xebata xwe bikin. Ji bilî van lîstikên wergerandî Kurdî, lîstikên ji bo zarokan jî wê bên pêşkêş kirin.
Şanoya bajêr 29'ê Îlonê deriyê xwe li temaşekeran vedike, 6'ê Çiriya Pêşîn ew î bi lîstika Arîstofanes beriya Mîladê 442'yan nivîsiye û pergalê rexne dike, bi gel re parve bikin. Lîstika bi navê "Mozên Keran" wergerî kurdî hatiye kirin û balê dikişîne ser desthilatdarî û edaletê ya serdema Yewnana Antîk. Dîsa lîstika Darîo Fo ya bi navê "Em nadin em ê nedin" jî bi Kurdî wê li ser dikê bi gewde bibe.
Di serdema nû de tişta balkêş lîstikên zarokan in, wekî din atolyeyên drama û hunerî jî derdikevin pêş. Şanoger û derhêner Nazim Hîkmet Çalişkan û lîstikvan Kemal Ulusoy der barê serdema nû de agahî dan.
Dawiya dawî û Qirix dewam dikin
Lîstikvan Kemal Ulusoy da zanîn ku di serdema nû de ew ê bi fikir û çalakiyên nû li pêşberî gel bin, ew ê hem li welêt û hem jî li derveyî welêt, turneyên nû li dar bixin. Ulusoy diyar kir ku wan bi Stand Up a "Dawiya Dawî" hem temaşevan kenandine û hem jî ew fikirandine û piştrast kir ku Qirix û Dawiya Dawî wê di serdema nû de jî li pêşberî temaşevanan bin. Ulusoy piştrast kir ku ew ê atoleyeyên huner yên nû jî vekin.
Derhêner û lîstikvan Nazim Hîkmet Çalişkan jî destnîşan kir ku wan lîstika Arîstofones a bi navê "Mêşê Kera" wergerandiye Kurdî, û got; "Mijara vê lîstikê bi pêkanînên roja me ve girêdayî ne. Li Tirkiyeyê gelek bêhiqûqî pêk tên û ev lîstik zêdetir vê rewşê vedibêje." Çalişkan da zanîn ku promiyeriya wê Kurdî ye û wiha pê de çû: "Lîstik yek perde ye, 3 ji wan jin, bi giştî 9 kes di lîstikê de cih digirin."
MA / AMED