Berdevkê QSDʹê Mîrîal Talal Silo, da zanîn ku rêjîma Sûriyê bi armanca têkbirina hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê êrîşan pêk tîne û anî ziman ku hêzên QSDʹê dê di çarçoveya xweparastina rewa de bersiva êrîşan bidin.

Berdevkê QSDʹê Mîrîal Talal Silo têkildarî êrîşên hêzên rêjîmê yên li ser baregehên QSDʹê daxuyaniyeke nivîskî da. Silo bi bîr xist ku hêzên QSD'ê bi armanca rizgarkirina Reqayê hamleya Cenga Mezin dane destpêkirin û got: "Piştî berxwedana qehremane ya hêzên me û hêzên li dijî terorê hevkariya wan dike û di çarçoveya hemeleya hêzên QSDʹê ya di hemleya Xezeba Firatê de ku bi armanca qutkirina Reqayê pêk tê, bi taybetî jî piştî Cenga Mezin ku ji bo rizgakririna bajarê Reqayê ku çeteyan ji xwe re kiribû paytext û di dema em di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de bi pêş ve çûn û hejmarek taxên bajêr rizgar kir, hêzên rêjîmê bi zanebûn di 17ʹê Hezîranê de êrîşeke berfireh ku balefir, top û tang tê de bi kar anîn li dijî herêmên rizgarkirî pêk anî. Êrîş li dijî herêmên ku ji beriya sê mehan ve di çarçoveya hemeleya rizgakririna bajarê Tebqa û Bendava Firatê de hatibû rizgakririn, pêk hat.

Armanca hêzên rêjîmê ji êrîşan ew e ku Hemleya Rizgarkirina Reqayê têk bibin. ʺ

Berdevkê QSDʹê Mîrîal Talal Silo di dawiya daxuyaniyê de hêzên rêjîmê hişyar kir da ku êrîşên xwe nedomînin û got: ʺHeger hêzên rêjîmê di êrîşên li dijî bargehên me yên Reqayê dewam kir, em ê neçar bimînim ku mafê xwe yê parastinê pêk bînin û bersiva êrîşan bidin."


NAVENDA NÛÇEYAN